Civîna nîvê salê ya nivîsgehên jinan hat lidarxistin

Nivîsgehên Jinan ên Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civîna nîvê salê li dar xist.

Civîna nîvê salê ya nivîsgehên jinan hat lidarxistin
Civîna nîvê salê ya nivîsgehên jinan hat lidarxistin
Civîna nîvê salê ya nivîsgehên jinan hat lidarxistin
Civîna nîvê salê ya nivîsgehên jinan hat lidarxistin
Civîna nîvê salê ya nivîsgehên jinan hat lidarxistin
Civîna nîvê salê ya nivîsgehên jinan hat lidarxistin
4 tebax 2024   18:06
REQA

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna nîvê salê ya nivîsgehên jinan ên desteyê  li dar xist.  Civîn li avahiya desteyê ya li bajarê Reqayê bi amadebûna nûnerên nivîsgehên jinan ên kantonên herêmê hat lidarxistin.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm rewşa siyasî nirxand. Meryem bal kişand ser şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û banga hevgirtinê li jinan kir.

Beşdaran di nîqaşên xwe yên der barê rewşa rêxistinî jî de bal kişand ser şopandina rewşa malbatên ji kampan vegeriyan warên xwe, pêşxistina jinan di aliyê aborî û civakî bi rêya vekirina derweryên perwerdeyê de, amadekirina projeyên biçûk ji bo jinan û dabînkirina derfetên kar.

 Piştre civîn bi xwendin û nîqaşkirina li ser rêziknameya desteyê ji ragihandinê re girtî dewam kir.

Di dawiya civînê de encamnameya ku ji gelek biryaran pêk tê hat aşkerakirin. Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Meryem Îbrahîm ku encamname xwend bal kişand ser van xalan:

-Hemahengiya di navbera nivîsgehên jinan ên Desteya Kar û Barên Civakî, rêxistinên jinan ên li kantonan, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Zuryan û Meclisa Jinan a Sûriyeyê de were pêşxistin.

-Ji bo alîkariya bi jinên ku kampa Holê derketine re piştgiriya navendên lênêrîna civakî yên li kantonan.

-Pêkanîna Hevpeymana Civakî di nava desteyên kar û barên civakî û kedkaran.

-Ji bo tevlîkirina zarokan di nava dibistanan de hevkarî bi Desteya Perwerdeyê re bê kirin,

-Ji bo çareserkirina pirsgirkên asêmayî yên di navbera meclisên rêveber ên kantona û Desteya Kar û Barên Civakî de peywendî were kirin.

Ji bo tevahî jinên di desteyên kar û barên civakî de kar dikin dewreyên perwerdeyê yên heftane werin birêxistinkirin.

(bb)