Di êrişa Îsraîlê de 30 kes mirin

Mûdîriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî du dibistanan de bi kêmanî 30 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê jî got êriş li dijî endamên Hemasê hatiye kirin.

Di êrişa Îsraîlê de 30 kes mirin
4 tebax 2024   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li taxa Nesir a bakurê bajarê Xezayê 2 dibistanên ku bi hezaran koçber lê dimînin bi moşekan kir hedef.

Berdevkê Mûdîriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel da xuyand ku di bombebarana li ser her du dibistsanan de 30 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûne. 

Besel di daxuyaniya xwe ya pêşîn de gotibû, "Piştî êrişa Îsraîlê ya bi moşekan a li dijî dibistanên Hesen Selame û Nesir ên li taxa Nesir a bakurê Xezayê, piranî jin û zarok 25 şehîdan û 50 birîndar hatin rakirin û bo ji bo nexweşxaneya El Mamedanî hatin veguhestin."

Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku wê êrişên hewayî li dijî du dibistanan pêk aniye û got: "Tûgeya El Furqan a girêdayî Hemasê dibistan ji bo çalakiyên xwe yên terorîst û navendên fermandariyê bi kar dianîn."

(bb)