Hejmara nû ya Kovara Lêkolînên Stratejîk derket

Hejmara nû ya Kovara Lêkolînên Stratejîk derket pêşberî xwînerên xwe.

Hejmara nû ya Kovara Lêkolînên Stratejîk derket
Hejmara nû ya Kovara Lêkolînên Stratejîk derket
4 tebax 2024   15:46
QAMIŞLO

Hejmara 15-16’an a Kovara Lêkolînên Stratejîk bi mijarên xwe yên siyasî û ewlehî yên ku Rojhilata Navîn eleqedar dike derket.

Di hejmara nû ya kovarê de gotara Munzur Şiyar a bi sernavê "Tirkiye roj bi roj giraniya cihê xwe yên jeosiyasî ji dest dide" û gotarên bi sernavên "Aloziyên li Rojhilata Navîn û rêgehên wê" û "Enerjî (Petrol û gaz) wekî faktorên bibandor di aloziya Sûriyeyê de" yên Şervan Seyfedîn  hatine weşandin.

Her wiha cih ji bo gotarên Ehmed sîno ya bi sernavê "Ewlehiya mirovahiyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" û "Rêxistina DAIŞ û îdeolojiya wê" û gotara bi sernavê "Destkefiyên li gel gefên Îran û Tirkiye û nakokiyên malbatî" ya nivîskar Kurdiyar Dirêî hatine dayîn.

Kovara Lêkolînên Stratejîk ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) her sê mehan derdikeve. Kovar bi zimanên erebî ku kurdî weşanê dike.

(bb)

ANHA