ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2024
5 tebax 2024   02:00

Rewşenbîrên Reqayê bang li rewşenbîrên sûriyeyî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna ronakbîriyê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Koçberan hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de şermezar kir û hevkariya hin aliyên Kurdî ya bi dewleta Tirk a dagirker re di dagirkirina Efrînê de jî bi bîr anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Beriya her tiştî gelekî girîng e ku êş û azarên jinan ên di nava civakê de li gorî aliyên xwe yên dîrokî-civakî werin nirxandin. Ev pirsgirêk çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Berî civaka çînî-dewletî jî em dibînin ku hiyerarşiyeke tund a serdestiya mêran (baviksalarî) li ser jinan sazûmankar bûye. Gelek gotin û têgehên mîtolojîk û olî ji bo serdestiya mêran hatine bikaranîn.

Serdema me di warê teknolojîk de diguhere-vediguhere. Tê de ewlekariya sîber, di asteke bilind de ragihandin, pêvajoya zekaya sûnî (çêkirî), neqilkirina enerjiyê û derbasbûna ji bo enerjiya ku bi avhewayê re hevaheng heye. Jixwe ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê pirsgirêkên enerjiyê derketine û vê yekê hiştiye ku derbasbûna ji bo enerjiyên bi avhewayê re hevaheng bê lezandin.

Ezîza Elî û Tewaf Çeto ku di fermana 3’yê Tebaxê 2014’an de li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, kêliyên revandinê û sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî wan kirine, vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dema li mala xwe ya li Efrînê bûn çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser mala wan de girtin. Heqaret li wan kirin, hevjîna wî birin û ev 5 sale di zindanên wan de ye. Çete piştre careke din hatin û vê carê êşkence li wî kirin û çavekî wî kor kir, mala wî hat talankirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Şaredariyan a Kantoan Firatê projeyên xwe yên di plansaziya îsal de pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Partiya Sûriyeya Pêşerojê têkildarî geşedanên siyasî yên Sûriyeyê û herêmê panelekê li bajarê Hecînê li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêxistina Kongra Star ya Til Hemîsê xeleke xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan birêxistin dike, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisên jin û ciwanan ên Partiya Sûriyeya Pêşerojê çalakiyeke hunerî  bi dirûşma "Mîrasa me nasnameya me ye" li hola 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 18.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA