Têkoşîna jinan di panelekê de hat vegotin

Jinan di panelekê de bandora diyardeyên civakî yê neyînî li ser jinan, têkoşîna jinan û destekftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine vegotin.

4 tebax 2024   19:18
MIMBIC

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Kantona Minbicê têkildarî bandorên diyardeyên neyinî yên di civakê de li ser jinan, têkoşîna jinan û destkeftiyên ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, panelek li dar xist. Panel li Xwaringeha El Erebî ya li bajarê Minbicê bi amadebûna endamên Desteya Jinan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin. 

Mijara yekemîn a panelê ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê Ezab Ebûd ve hat birrêvebirin. Ezab El Ebûd semînerek li ser rewşa jinan, diyardeyên neyinî yên di civakê û bandora wan li ser xeta têkoşînê ya jinan da.

Ezab El Ebûd diyar kir ku bindestiya jinan bi avakirina şaristaniya dewletî re dest pê kir û got, her tişt li gorî berjewendiya hişmendiya baviksalarî  hat meşandin ku nirxê jinên daxistine û bê îrade hiştin.

Rêvebera Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Minbicê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Asya Hisên mijara duyemîn şîrove kir. Asya bal kişand ser rola jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de û destkeftiyên şoreşa jinan bi bîr anîn.

Asya El Hisên berxwedana jinan a li dijî bindestiyê, têkoşîna vegerandina rastî û cewhera jinan, her wiha têkoşîna wan a li dijî pergalên serdest û terora DAIŞ’ê vegot.

Asya diyar kir ku jin bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan mafên xwe vegerandin û di sazî û desteyên Rêveberiya Xweser de cihê xwe girtine.

Asya Hisên bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya di saziyên Rêveberiya Xweser de jî û got: "Jinên li herêma Bakur û Rojhilkatê Sûriyeyê di bin saya projeya neteweya demokratîk de bûne hêzeke dînamîkî ya ber bi pêşxistina civakê ve."

Piştî şîrovekirina mijarên panelê beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin jinên Bakur û Rojhilatê  bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan gelek destkeftî bi dest xistine û şoreşa wan ji tevahî jinên cîhanê re bûye mînak. Jinan gotin ku dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bikin.

Seroka Desteya Jinan a Kantona Minbicê Munîra Gilzî ku encamnameya panelê xwend bal kişand ser van xalan:

-Ji bo pêşxistina jinan di tevahî qadan xebat pêwîst e.

-Ji aliyê Desteya Jinan dewreyên perwerdeyê werin zêdekirin.

-Bi armanca pêşxistina jinan di sazî, meclis, deste û nivîsgehên Rêveberiya Xweser de danîna bernameyeke perwerdeyê.

-Aktîfkirina komîteyên jinan.

-Aktîfkirina yasayên jinan û yên malbatê li kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê.

-Ji bo pêşxistina aboriya jinan vekirina projeyên aborî.

-Ji bo piştgiriya şoreşa jinan, pêşxistina qada ragihandinê.

-Mala Parastina Jinên ku tundî li ser wan tê kirin, werin aktîfkirin.

-Zêdekirina civînên berfireh ji jinan re.

(bh/bb)

ANHA