TEV-DEM: Efrîn îro birînên Helepça pê re parve dike

TEV-DEM: Efrîn îro birînên Helepça pê re parve dike
16 adar, 2018   11:55

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a TEV-DEM bi boneya salvegera komkujiya Helepçawiha got: “Di salvegera komkujiya Helepça de îro gel me yê Sivîl li Efrînê rastî bombebaran û topbarana Artêaş Tirk tê. Em tekez dikin ku Efrîn îro birînên Helepça pê re parve dike û ji bo tolhildana Helpça, tevahiya bajar û gelên ku bûne qurbaniyên afşizman li cîhanê hiltîne.”

Desteya Rêveber a TEV-DEM bi boneya salvegera komkujiya Helepça bi boneya salvegera komkujiya Helepçadaxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wihaye:

“Roja 16’ê Adarê bi rasthatinasalvegera komkujiya Helbça ye. Di sala 1988’an de rêjîma Baas a Îraqê bi xazên kîmaywî bajarê Helebça ya Kurdistanê topbaran kir. Di encaê de dedora 5 hezar welatî şehîd bûn û bi dehezaran kes birîndar bûn û bi bandor bûn. bandora wê heta roja îro jî dewam dike. Piraniya qurbaniyan zarok, jin û kalepîr bûn. Di salvegera komkujiya Helepça de îro gel me yê Sivîl li Efrînê rastî bombebaran û topbarana Artêaş Tirk tê. Ev yek asta kiryarên dijmin û taxûtan a binpêkirina dozên exlaqî û qanûnên navdewletî nîşan dide.

Tevî ku doza topbarana Helpeça bi kîmyasalê kiryareke hovane û dij mirovî bû, lê wê bal civaka navdewletî û fermî ji doza kurd re çêkir.  Ev yek ji cûdahiya serdema ne demokratîk nîşan dide. Cîhanê kurd bi awayekî mezintir piştî vê êşa wan nas kir. Lê vê yekê tu sûd li gelê kurd û doza wî ne kir. Niha û piştî 30 salan û bi taybet li Efîrnê dewleta Tirk heman xaz ku di qadên navdewletî de hatiye qedexekirin, bikar anî. Lê ev yek jî ne bû sedema ku cîhan bikeve tevgerê û heta niha vê kêliyê bê deng e. Ev pirsyarekê bi xwe re derdixe û gelek dûbare dikin gelo divê qurbanî bi hezaran bin heta sînorek ji dijminan re were danîn? Pirsa din gelo derbarê qanûnên navdewletî ya derbarê bikaranîna çekan û qedexekirina wê de wê çi bibe.

Gelê kurd di vê dema girîng ku herêm tê re derbas dibe di parstina fikrê demokratîk û çanda civakî ya resend de cih girtin. Ev gava wan dikare aştî, demokrasiyê li herêmê pêk bîne bi taybet di şerê wan ê dawî ku li dijî fikrê tundrew û terora cîhanê ku dewleta Tirk a teroirst jê nayê parçekirin, şer kirin. Hemû terora li Sûriyê û herêmê derketin, her wiha yên di rêza wan de siyasetên dewleta Tirk nîşan didin. Gelê kur li Efrînê rastî komkujiyên ku ji komkujiyên Ernmeyan a sala 1915’an li Tirkiyê pêk hate, her wiha ya Helepça ya sala 1988’an pêk hat, her wiha şewata zêdeyî 4 hezar û 500 gundên kurdan ên Bakurê Kurdistanê pêk hatin ne cûdaye. Di heman demê de jî sûcdar bi fikrê xwe dimîne yek.

Hêvî li gel gelê kurd bi taybet û li cem gelê herêmê bi giştî jidayîk dibe ku komkujiya Helepça êşa dawî ya gelê kurd û hemû gelên herêmê be. Tê hêvîkirin ku careke din bûyerek bi vî rengî ne tenê li Kurdistanê lê belê li tevahiya cîhanê pêk neyê. Lê hemû cîhan li ber çavên xwe tiştê li Efrînê pêk tê dibîne. Ev yek dibe û cîhan nikare dengê xwe bike, nikare behsa aramî û ewlekariyê bike. Nikare behsa qanûnan û hebûnan gelekî ku tê tunekirin bike. Kevir û mirov bi hev re bi cûreyên çekan têne tunekirin. Dengê 6 balafirên ku Helepça bombebaran kir îro bi heman rengî li Efrîn tê bombebarankirin. Deng yeke û qurbanî yek in, ew in ên baweriya xwe bi qanûnên navdewletî anîn û dixwazin wê pêk bînin û mafê jiyanê, nehcê demokrasiyê di nava baweriya xwe de pêk bîn in. baweriya ku gelan û sivîlên bê guneh biparêzin, di dema ku dewlet û faşist dixwazin wan tune bikin.

Heger tirajîdiya Helepça di dema tunebûna exlaq  û razana wê de dabe cîhanê, wê Efrînê dersên berxwedan û qehremaniyê bide wan. Wê bibe mînaka telsîm nebû ji bajarên di nava dîrokê de ku dagirkeran êrîşa wan kirin û ala xwe li ser wan rakirin. Lê dagirker çûn û berxwedan bi ser ket. Bela Efrîn bibe mînaka xaknîgariya asê ku tu kes nikare dîrok, şaristanî û îradeya gelê wê têk bibe ye.

Em wekî TEV-DEM’ê bi boneya salvegera 30’yî ya salvegera komkujiya Helepça hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên berxwedana li ser riya aştî û azadiyê bi rêzdarî bibîr tîn in. Em tekez dikin ku Efrîn îro birînên Helepça pê re parve dike û ji bo tolhildana Helepça , tevahiya bajar û gelên ku bûne qurbaniyên afşizman li cîhanê hiltîne.

Hîn jî baweriya me bi qanûn, nirx û dedaleta mirovahiyê tê ku wê hesab ji ên dstê wan di komkujiya Helepça de hebû bixwazin û em hêvî dikin ku cîhan ji bo dagirkirina ên destê wan di komkujiyên Efrînê û hemû herêmên Sûriyê de heye û di serî de Erdogan tevbigirein. Em hêvî dikin ku ev yek di zûtirîn dem de pêk were.

Bi navê Tevgera me em bejna xwe ji şehîdên komkujiya Helepça yên bê guneh ditewîn in û di salvegera şehadeta wan de hemû şehîdên hemû parçeyên Kurdistanê bibîr tîn in. di heman demê de em berxwedana gelê xwe ya hemû parçeyên Kurdistanê silav dikin û bang li wan dikin ku derbarê tişta li Efrînê dibe erka xwe pêk bînin û asta berxwedana xwe bilind bikin, tevgera xwe ya demokraîtk a li hemû bajarên hindir û derveyî welat mezintir bikin. Em bang li hemû hêzên navdewletî û welatên dostên xwe dikin ku erka xwe pêk bînin û li pêşiya komkujiyên deweleta Tirk a faşist li dijî gelê me pêk tîn e derkevin.”

(dc)