Li Tebqayê ji bo bîranan Îlan Dara dewreyeke perwerdeyê hate vekirin

Li Tebqayê ji bo bîranan Îlan Dara dewreyeke perwerdeyê hate vekirin
Li Tebqayê ji bo bîranan Îlan Dara dewreyeke perwerdeyê hate vekirin
Li Tebqayê ji bo bîranan Îlan Dara dewreyeke perwerdeyê hate vekirin
16 adar, 2018   10:50

TEBQA – Li Akademiya Şehîd Xalid Elewî ya Civaka Demokratîk  dewreyek perwerdeyê bi navê Îlan Dara hate destpêkirin.

Ji bo bîranîan şervanê YPG‘ê Îlan Dara yê ku di Berxwedana Serdemê li dijî êrîşên dagirkeran li ser Efrînê çalakiyeke fedayî pêk anî û gihîşt asta şehadetê, li Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Xalid Elewî ya li herêma Tebqayê dewreyeke perwerdeyê bi navê wî hate destpêkirin.

Dewreya perewrdeyê bi beşdarbûna 37 ciwanên Tebqayê dest pêk kir, di dewreyê de, waneyên bîrdozî wê werin dayîn.

Di merasîmê vekirinê de,  Koordînasiyonê Giştî ya Ciwanên Bakurê Sûriyê Harûn Ehmed li ser girîngiya perwerdeyê û rola ciwanan di avakirina civakê de axivî û ev tişt got “Ev cara yekê ye ku li herêma Tebqayê dewreyeke bi vî awayî ji bo ku ciwan dest bi çalakiyên xwe bikin tê, vekirin. Emê ji vê derê ber bi pêngaveke demokraîtk ve bimeşin.”

Dewreya perwerdeyê wê 30 rojan bidomîne.

Harûn Ehmed di axaftina xwe de şehîd Îlan Dara bi bîr anî û wiha anî ziman “Şehîd Îlan ji bo ku gelê xwe li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêze û ji bo ku parastina axa welatê xwe bike ji ber vê yekê çalakiya fedayî pêk anî.”

(bx)

ANHA