Kolana jiyana hevbeş a Efrînê ya dîrokî nas bike!

Kolana jiyana hevbeş a Efrînê ya dîrokî nas bike!
Kolana jiyana hevbeş a Efrînê ya dîrokî nas bike!
Kolana jiyana hevbeş a Efrînê ya dîrokî nas bike!
Kolana jiyana hevbeş a Efrînê ya dîrokî nas bike!
Kolana jiyana hevbeş a Efrînê ya dîrokî nas bike!
Kolana jiyana hevbeş a Efrînê ya dîrokî nas bike!
Kolana jiyana hevbeş a Efrînê ya dîrokî nas bike!
17 adar, 2018   08:24

ROJ MÛSA- CEFER CEFO

EFRÎN- Her dem Efrîn bajarê aştî û jiyana hevbeş bû, ev bajarê biçûk heger mirov bi bajarên din ên derdora wê weî Kilis, Idlib a Sûriyê muqayese bike bajarekî bingeha civaka xwe gundî bû. piraniya şêniyên wê di çandiniyê de dixebitin û ev yek girêdana bi xaka vê nîşan dide. Herêma ku bi zeytûnên xwe tê naskirin. Di Efrînê de gelek netew, ol û mezheb jiyan dikin.

Di Efrînê de herî zêde kurd jiyan dikin, di heman demê de eşîreyên ereb, turkmen û eremeniyên ku sed sal berê ji ber zulim û zordariya Osmaniyan koçber bûne jî li vir jiyan dikin. Di heman demê de gelek olên cûda wekî misliman, xiristiyan û êzîdî ji li Efrînê jiyan dikin.

Pirengiya olî û mezhebî ya Efrînê

Malbatên ereb, kurd, turkmen, ermenî, êzîdî û xiristiyan hemû li navenda bajarê Efrînê bi hev re jiyan dikin. Di navenda bajar ku niha ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve tê topbarankirin û bombebarankirin de dimîn in. Hemû di bin agirê dagirkeriyan de ne. Di bajar de derdora 700 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin, zarok û kesên bi temen in jiyan dikin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di êrîşên xwe de sivîlan hedef digrin. Civaka navdewletî heta niha derbarê êrîşên wan de bê denin û helwesteke nîşan nandin. Di bajar de rewşa welatiyan di aliyê mirovî de dijwartir dibe. Mezehbên wekî elewî, êzîdî û ermenî jî di encama êrîşan de li ser wan metirsîna tesiyekirinê heye.

Dewleta Tirk li herêmê siyaseta guehrtina demografî dide meşandin. Istixbaratên Tirkiyê herêmên dagikirî guhertina demografî pêk tîn in. Li hemû gundên êzîdiyan wekî baflûnê, Qestel Cindo, Qîbarê, Feqîra, Çolaqê û gundên din ên kurd û ereb bi hev re li wan jiyan dikin wekî Dêr Belût û Til Silo ji şêniyên wê yên resen vala dikin û çeteyên xwe li wan bi cih bikin.

Metirsîna tunekirina mezhebên kêm

Li Efrînê hin mezhebên ku hejmarên wan kêm in li Efrînê jiyan dikin. Di kolanekê de ku ji taxên din ên Efrînê cûdaye xaniyên kevin û avahiyên şûnwarî hene. Di heman kolanê de malbatên kurd, ermenî, ereb, xiristiyan, êzîdî û misliman bi hev re jiyan dikin. Di nava şêniyên taxê de wekî kolana jiyana hevbeş a dîrokî tê naskirin.

Xaniyên kevnar ên li ser riya Cindirêsê li ser lîsteya cihên dîrokîya mudîriyeta şûwnwaran a Efrînê hatiye qeydkirin. Hevseroka Mudîriyeta Şûnwaran a Efîrnê Esmehan Ehemed diyar kir ku ew cih wekî cihekî dîrokî hatiye hesabkirin û ev tişt anî ziman: “Di cihên wê yê dîrokî, avahiya wê ya kevin, deriyên text diyar dike.”

Riya Cindirêsê di Efrînê de ya herî bi nav û deng e, berê jî avahiyên wê di asta cîhanî de dihate naskirin, ji ber ew riya herîr e ya kevin e. Di dema desthiladariya Firansa de otêlek li wir hebû, piştî Firansa ji Sûriyê derket, wekî post hate bikaranîn, herî dawî jî Hecî Nesîb ew otêl kir û paşê ji neviyê xwe Teqîb Ebû Cemal  ku heta niha xwdiyê xaniye re hiştiye.

Teqîb derbarê xanî de dibêje ku ev zêdyeî 100 sal hatiye avakirin û destnîşan kir ku kesê bi navê Şamo ku bi xwe êzîdiye û ji gundê QÎbarê ye dûrî bajarê Efrînê bi kîlometreyekê ava kiriye û destnîşan kir ku divê ev xaniyê dîrokî were parstin ji ber ku cihê jiyana hevbeş e.

Têkiliyên civakî yên xurt û jiyana hevbeş

Teqîb, her wiha da zanîn ku di kolanan wan de kurd, ermenî, xiristiyan û êzîdî bi hev re jiyan dikin û da zanîn ku têkiliya wan a civakî gelek xurte û tu pirsgirêk di navbera wan de derneketiye.

Welatiyê bi navê Hesen Elawî welatiyekî erebe di kolana behsa mijarê de jiyan dike û di dikaneke biçûk de kar dike dibêje ku xaniyê xwediyê baniyê kevin û kolana wan cihê hevgitina hemû pêkhateyan e.

Hesen da zanîn ku xaniyê ku ew lê dimîne beriya sed salî bi destê kes bi navê Artîn û Meqsûd ên eremeî ve hatiye avakirin. Ew ji ber Osmaniyan de hatin sorkinkirin û hîn jî neviyên wan li Efrînê jiyan dikin.

Welatiyê bi navê Mihemed Şêxo (60) kesekî êzîdiye û ji gundê Birc Ebdelo ye got ku herêmên wan rastî êrîşên tunekirinê tên û da zanîn ku êrîşkar jiyana hevbeş hedef digrin.

Malbata ermenî ku di kolanê de jiyan dikin ji kamîreya me re ne axivîn û ev tişt anî ziman: “gotin me berê ji gelek kamîreyan re axivîn û me komkujî û êrîşên Artêşa Tirk a bi serê me de anî berê gelek caran gotiye. Hin ji malbata me jî şehîd bû birîndar bûn, heta dewleta Ermîniya jî denê me nabhîze.”

 (dc)

ANHA