Bi erka xwe ya mirovî tevî Berxwedana Serdemê bûne

Bi erka xwe ya mirovî tevî Berxwedana Serdemê bûne
13 adar 2018   13:22

ŞERVÎN MUSTEFA

EFRÎN – Xebatkarên tenduristî bi erebeya xwe li tevahî eniyên şer digerin û birîndar û nexweşên sivîl derman dikin.

Di Berxwedana Serdemê de cûreyên berxwedanê tê guhertin. Li eniyên şer şervanên YPG/YPJ’ê bi hemû hêza xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker şer dikin. Ji aliyê din ve jî berxwedana gel û piştgiriya şervanan di eniyên şer de.

Di heman demê de xebatkarên tenduristiyê tevî ku balafir her derê bombebaran dike û topên Artêşa Tirk û çeteyên wê her derê topbaran dike jî bi erebeya xwe li hemû eniyan digerin û birîndar û nexweşên sivîl derman dikin.

Her dem amade ne û li ser piyan in

Ciwanên bi navê Xelîl Ezîz û Alan Bekî di ekîbên nexweşaneya Avirîn de kar dikin. Ji roja yekem a êrîşên Artêşa Tirk a li ser Efrînê ve bi erebeya xwe ku wekî nexweşxaneya gerok hatiye amadekirin, digerin û birîndaran derman dikin.

Ji bilî birîndarên ku ji ber topbaran û bombebaranê birîndar bûne, bi sedan welatiyên nexweş ku pêwîstiya wan bi dermankirinê heye jî derman dikin. Ji ber vê yekê xebatkarên tenduristî yên gerok her dem amade ne û li ser piyan in.

Ezîz û Bekî dema xwe ya navberê jî di erebeya xwe de derbas dikin, bi hev re serpêhatiyên berxwedanê vedibêjin. Behsa birîndar û nexweşên ku alîkariya wan kirine, dikin. Ji serpêhatiyên berxwedanê ya şervanên YPG û YPJ’ê moral digrin û dibêjin ku çi bibe bela bibe ew ê erka xwe ya mirovî bidomîn in û birîndaran û welatiyên herêmê derman bikin.

Şehadeta hevalê wan Şiyar israr wan zêde kir

Piştî ku di 6’ê adarê de endamê ekîpa tenduristî ya Nexweşxaneya Avirîn Şiyar Hecî dema erka xwe ya mirovî li herêma Cindirêsê pêk dianî bi bombebarana balafirên şer şehîd bû,  israra Ezaz û Bekî hîn zêdetir bû ku birîndaran û nexweşên gund û navçeyên Efrînê bê rawestandin derman bikin.

(dc)

ANHA