Ji Cemîl Bayik têkildarî planên Tirkiyeyê nirxandinên gelekî girîng

Ji Cemîl Bayik têkildarî planên Tirkiyeyê nirxandinên gelekî girîng
13 adar 2018   13:21

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ku Tirkiye dixwaze komploya navnetewî zindî bike û hemû destkeftiyên kurdan ên li çar perçeyên Kurdistanê tune bike. Bayik destnîşan kir ku konsolosxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê ji bo vê armancê wekî navenda îstîxbarat, ajankirin û rêxistinkirinê tê bikaranîn. Bayik diyar kir ku gelê Başur ruhê raperînê di Efrînê de dibîne, lewma xwedî lê derdikeve û got: “Pêwîste gelê Başur vê ruhê bernede û Tirkiyeyê ji Başûr derxîne, malên wan boykot bike, fîlmên wan temaşe neke”. Bayik got ku li dijî komployê kongreya netewî pêwîstiyek gelekî zarurî ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tevlî bernameya Aryen Tv bû û derbarê dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê, planên Tirkiye yên li ser Başûrê Kurdistanê, nerazîbûna gelê Başûr û Rojhilat a li hemberî dagirkeriyê de nirxandinên gelekî girîng kirin.

Di nirxandinên Bayik de gelek zanyariyên ku cara yekem tên eşkerekirin hene û xuya dike ku dê gelekî di rojevê de bimînin. Bi taybetî jî di rojeva raya giştî ya Kurd û Kurdistanê de deng vedin.

Ji nirxandinên Bayik xalên girîng ên ku derketine pêş ev in:

‘Şerê Efrînê ji bo tevahiya mirovahiyê ye’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser êrîşên Efrînê û berxwedana ku tê meşandin destnîşan kir ku şerê Efrîn ne tenê ji bo gelê Efrinê ye, ji bo tevahiya gelê kurd, hêzên demokratîk û mirovahiyê ye. Lewma şervanên li Efrînê erkek dîrokî pêk tînin, şerekî pîroz dimeşînin.

‘Erdogan li ser kuştinê desthilatiya xwe dimeşîne’

Bayik destnîşan kir ku dewleta faşîst a Tirk li ser kurdan qirkirinê pêş dixe û wiha dom kir: Ne tenê li Efrînê, li tevahiya Kurdistanê pêk tîne. Ne tenê li Bakûr li hemû beşên Kurdistanê qirkirinê dimeşîne. Desthilatiya xwe li ser dijminahiya kurdan dimeşîne. Ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne, dijminahiya kurdan dike. Li hemû beşên Kurdistanê vê dijminahiyê dimeşîne. Lazime gelê me viya zanibe.

Li Efrînê bi hemû hêza xwe êrîşî gel dike. Bi vê yekê dixwaze ku gel herêmê vala bike û herêmê dagir bike. Ji bo wê yekê jin, zarok, kal û pîran dikujin, bajaran û gundan hildiweşînin. Dixwazin ku bi vê yekê hêzên parastinê teslîm bigirin.

Erdogan bi temamî li ser kuştinê desthilatdariya xwe dimeşîne. Ji bo vê yekê zorê li hemû beşên civakê yên hunermend, siyasetmedar û hwd dike ku destek bidin wî.”

‘Kurdan wekî mirovan wekî miletekî nabînin’

Bayik bibîr xist ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo tevahiya Suriyeyê biryara agirbestê daye, lê Tirkiyeyê ev biryar nas nekir û êrîşên xwe zêdetir kirine, piranî jî sivîl, jin, zarok û kal kuştine.

Bayik da zanîn ku li hemberî vê yekê tu kes jî dengê xwe nake û wiha pê de çû: “Ev jî diyar dike ku kurdan wekî însanan nabînin. Her roj evqas sivîl tên kuştin, xwezaya Efrîn tê tunekirin, lê tu kes dengê xwe nake. Ev nîşan dide ku gelê kurd wekî miletekî nabînin. Li cihekî din li dijî sivîlan û girtiyan tiştek çêdibe qiyamet tê rakirin, lê dema dor tê kurdan ev yek pêk nayê. Çima ji bo hemû kesî bertek heye, lê ji bo kurdan nîn e? Wateyek vê heye. Ji bo ku gel bixapînin dibêjin ku ev biryar ji bo Efrînê jî derbas dibe. Lê pêk nayê, ji ber ku naxwazin. Ger ku bixwazin dikarin pêk bînin.”

‘Dirutiya mezin dikin’

Cemil Bayik anî ziman ku şervanên YPG/YPJ-QSD’ê bedelên mezin dane, nirxên mezin derxistin holê û derbeyên mezin li DAIŞ’ê xistin, lewre vê yekê Tirkiye hêrs kiriye û got: ” Ji ber ku têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê xurt bûn. Lewma ji alî ve êrîş dike.”

Bayik bal kişand ku evqas êrîş li ser YPG/QSD û sivîlan pêk tên, lê belê tu hêzek dengê xwe nake û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Li aliyekê dibêjin ku YPG/YPJ-QSD’ê li dijî DAIŞ’ê qehremaniyê dike, mirovahiyê diparêz e, demokrasiyê, azadiyê diparêz e. Lê li aliyê din dema Tirkiye êrîşî YPG/YPJ-QSD dike, li dijî Tirkiyeyê nasekinin.

Yên ku dibêjin em girêdayî demokrasî, azadî û edaletê ne, girêdayî mafên mirovan û gelan in, derewên mezin dikin, dirûtiyên mezin dikin. Ger ku ev rast bûya, li Efrînê demokrasî, aştî, azadî, edalet hebû, hemû gelan bi hevre jiyan dikir. Li tevahiya Suriyeyê şer çêbû, lê li Efrînê çênebû. Li gelek mintiqeyên ku şer lê hebû, gelan berê xwe dan Efrînê, li wir bicih dibûn. Yên ku niha li Efrînê jiyan dikin ne tenê kurdin, belkî ji nufusa wê zêdetir gelê ereb, suryan, ermen, êzidî, suni  çune wir. Ji ber ku li wir azadî, aştî û demokrasî hebû. Gelê Efrînê ew hembêz kirin û bi hevre jiyan kirin. Lê niha Tirkiye êrîş dike tu kes dengê xwe nake. Wê çaxê ew naxwazin aştî, demokrasî hebe, naxwazin li Suriyeyê şer xilas bibe, gel bi hevre jiyan bikin. Wekî din mirov nikare wateyekê bide.”

‘Dewletên din jî berpirsyar in’

Bayik da zanîn ku Tirkiye çekên NATO, yên Almanya, İngîltere bikar tîne, lê ji bo ku cîhanê bixapîne dibêje “çekên em bikar tînin ên me bixwe ne”. Bayik destnîşan kir ku her kes dizane Tirkiye endama NATO’yê ye û çekên wan li dijî gelê kurd bikar tîne û wiha dom kir:  “Li aliyê din li gorî qanûnên NATO’yê divê Tirkiye wan çekan li Efrînê bikar neyîne. Lê em dibînin kes li dijî dernakeve, herkes bêdeng e. Heta ji bo ku Tirkiye van çekan bikar bîne, hinek dewlet bi veşartî bi Tirkiyeyê peymanan çêdikin ku çekên nû bifiroşe wan. Lewma ji vî şerî ew jî berpirsyar in.  Ne tenê Tirkiye, yên ku çekan didin, desturê didin jî ji komkujiyan berpirsyar in. Gelê kurd vana tu caran jibîr nake. Em dibînin ku sîstema modernîteya kapîtalîst, saziyên wên ên leşkerî NATO, dostên wê hemû destekê didin Tirkiyeyê. Tirkiye bi wê alîkariyê vî şerî dimeşîne.”

‘Ya ku serkeftinê tîne îrade ye’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik bibîr xist ku li hemberî van êrîşan gelê Efrînê, hêzên QSD-YPG/YPJ’ê bi derfetên pir kêm şer dikin û wiha got:  “Yanî di destê gelê Efrîn, şervanên azadiyê de wisa çekên mezin nîn in. Balafir, helîktopter, tang, roket nîn in. Bi çekên ferdî li dijî wan disekinin. Herkes dizane li ser Efrînê hertim 13 balafirên keşfê digerin, balafirên şer digerin. Tang, top her cure çekan bikar tînin. Heta çekên kîmyewî bikar tînin, dişewîtin. Li beramberî vana gelê Efrînê, şervanên QSD-YPG/YPJ’ê lehengiyên mezin nîşan didin. Ev ji ku derdikeve? Ne wisa ye ku çekên wan ên xurt hene. Bi îradeyê dimeşînin, bi felsefeyek û fikrekê vî şerî dimeşînin. Ew bixwe jî eşkere dibêjin ku bi felsefe û îdaelojiya Rêber Apo vî şerî demişînin. Ji ber ku di cîhanê de hêza herî mezin felfeseye, bîrdozî ye. Hêza herî mezin însan bixwe ye. Hemû tiştan însan bixwe, îrade û zîhniyeta însan çêdike. Ger ku însan xwe di aliyê bîrdozî de bihêz bixwe û rêxistin bike, dikare li dijî her hêzekê bisekine.

Gotineke Vîetnamiyan heye, ji bo şerê Vîetnamê gotibûn. Dibêjin, ‘Amerîka û hevalbendên wan wekî fîlan ne, em jî wekî gêrikan e. Gêrik wê fîlan têk bibin’. Ev rast e jî. Çima wisa dibêjin? Gelê Vîetnam, ji bo xaka xwe, nasname, azadî, mirovahiyê tekoşîn dike. Lê Amerîka ji derve hatiye wê derê, yanî dagirker e. Gelê Vîetnam li dijî wan şerekî rast û heq dimeşîne. Niha li Efrînê jî tiştek wisa tê jiyankirin. Gelê Efrînê xak, welat, gund, keramet, nasname, nirxên xwe diparêz e. Naçe û welatekî din dagir nake.  Li xwe û însanetiya xwe derdikeve. Ya neheqiyê dike dewleta Tirk e. Ji ber ku diçe dagirkeriyê dike, demokrasî, aştî, azadî, edaletê ji holê radike. Dijminahiya gelan, aştiyê, azadiyê dike. Ji ber wê yekê çekên wan mezin bin jî, hinek piştgiriya wan bikin jî, ew nikarin bi vî şeklî encamê bigirin. Ji ber ku îradeya gelê Efrînê, şervanên QSD-YPG/YPJ’ê xurt e.

Hem bi felfese û bîrdoziyek xurt û rast xwe pêş xistine, hem jî xwe diparêzin, kerameta xwe diparêzin, naçin dereke din dagir nakin. Li dijî dewleta faşîst a dagirker a Tirk berxwedanek wiha dîrokî pêş dixin.”

‘Gelê Başûr bi xwedîderketina li Efrînê xwedî li pêşeroja xwe derdikev’

Derbarê xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê yên ku li Başûrê Kurdistanê tên meşandin jî nirxandinên girîng kirin û ev tişt anîn ziman: “Gelê Başûr silav û pîroz dikim, spasiyên xwe pêşkêş dikim. Bi rastî li Efrînê xwedî derketine. Ew bixwe jî dibêjin, xwedîderketina li Efrînê xwedîderketine li xwe bi xwe ye. Xwedî derketina li Başûr e. Ji ber ku Efrîn ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya kurdan, ji bo azadî, demokrasî, edaletê, ji bo nirxên mirovahiyê şer dike. Li ser gelê kurd, hêzên demokrasî û azadiyê, li ser nirxên mirovahiyê êrîşek mezin heye. Efrîn li hemberî viya disekine. Ji ber wê gelê kurd, hêzên demokrasiyê û sosyalîst li ku derê dibin bila bibin xwedî li Efrînê derdikevin. Ji ber ku Efrîn ji bo wan hemuyan têdikoşe, wana temsîl dike. Herkes viya dibîne, lewma xwedî li Efrînê derdikevin. Xwedîderketine li Efrînê xwedîderketina li xwe ye, xwedîderketina li pêşeroja xwe, demokrasî, azadî, edaletê ye. Li dijî zulmê, komkujî, faşîzm, dagirkeriyê derketine.”

‘Gelê Başûr berxwedana dîrokî dît’

Bayik bibîr xist ku gelê Başûr gelek tişt jiyan kirin e, lewma meseleyan baş fêm dike û wiha dom kir: “Gelê Başûr polîtîk e, meseleyan baş fam dike. Ji ber ku tiştekî jiyan nekiriye hema bêje nemaye. Dîrokek xwe ya gelekî dewlemend heye. Di vê dîrokê te tiştên baş jî, nebaş jî hene. Li ser vê yekê gelê me yê Başûr xwe perwerde kiriye, encam derxistiye. Yanî çi dikeve xizmeta wan, çi derbe lê dixe baş fam dike. Di dema Sedam de jî, di dema DAIŞ de û heta niha jî gelek tişt jiyan kirin. Mesela herî dawiyê gelek erdê xwe winda kir. Piştî wê li Reqayê azadî pêş ket. Piştî Reqayê dagirkera faşîst a Tirk êrîşî Efrînê kir. Efrîn cihekî biçûk e, derfetên wê kêm in, lê belê li wê derê berxwedaneke dîrokî pêş dixe. Gelê me yê Başûr ev dît.”

‘Xwedîderketina li Efrînê wekî xwedîderketina xwe dibîne’

Bayik anî ziman ku gelê Başûr ji berxwedana Efrînê ji bo xwe encam derxistine û got,  “Bi wê re zindî bû, ruh wergirt. Dît ku ew xeta li wir tê meşandin, felsefe û bîrdoziya ku li wir berxwedanê pêş dixe ji bo gelê kurd pêwîst e. Ew gelê kurd zindî dike, diparêz e, pêş dixe û biser dixe. Dizane ku eger Efrîn derbe bixwe dê hemû tiştî winda bike. Tiştê ku niha di deste heye jî wê winda bike. Eger Efrîn biser bikeve, hem wê tiştên di destê xwe de biparêz e, hem jî tiştên pêwîst bidest bixe. Ji ber wê yekê xwedî li Efrînê derdikeve.”

‘Gelê Başûr fêm dike ku Tirkiye dijminê kurdan e’

Cemîl Bayik da zanîn ku gelê Başûr baş dibîne ku siyaseta li Başûr hatiye meşandin çi bi gelê kurd daye jiyandin, her wiha siyaseta ku li Rojava tê meşandin çi bi gelê kurd dide jiyankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber wê xwedî li Efrînê derdikeve, yanî li pêşeroja xwe xwedî derdikeve. Dibîne ku ger li Efrînê xwedî derkeve dikare xwe biparêz e, destkeftiyên xwe biparêz e. Tiştên ku pêwîst dike qezenç bike jî dikare qezenç bike. Ger ku wisa nebe dibêje ‘xeterî heye’. Ji ber ku rastiya Tirkiyeyê dibîne. Her ku diçe fêm dike ku Tirkiye ji bo kurdan dijminê sereke ye.”

‘Li Kerkukê gelê Başûr rastiya Tirkiyeyê dît’

Bayik bal kişand ku gelê Başûr li Kerkukê rastiya Tirkiyeyê baş dîtiye û ev nirxandin kirin: “Berê siyaseta Başûr çi bi gelê Başûr dida fêmkirin? Wekî ku Tirkiye dostê Başûr e, ne dijmin e nîşan dida. Ji ber wê yekê di nava Başûr de Tirkiye zêde wekî dijmin nedihat dîtin. Lê dema Iraqê Kerkuk û cihên din girtin, dîtin ku ev ne tenê hêza Iraqê ye. Li pişt wê asas Tirkiye heye, lîstika Tirkiyê heye. Tirkiye dixwaze Kurdan lawaz bike, destkeftiyên Kurdan ji destê wan werbigire. Dixwaze Kurdan tune bike. Erdogan ji bo Başûr digot, ‘Me xeta kir, em wê xetayê li Rojava dubare nakin’. Bi eşkereyî digot, ‘Ger ku me firsend dît, em ê li Başûr destkeftiyên kurdan ji dest wan bigirin.’ Di meseleya Kerkukê de gelê me yê Başûr ew dît.  Dîtin ku dijminê sereke Tirkiye ye. Li Bakûr, Rojava, Başur dijminahiyê dike. Di nava gelê Başûr de ev fikra ku Tirkiye dijminahiyê dike her ku diçe pêş dikeve. Yanî dijminê esas dagirkeriya Tirkiyê ye. Ger ku mirov li dijî vê dagirkeriyê raneweste, mirov nikare destkeftiyan biparêz e.”

‘Tirkiyeyê Başûr dagir kiriye, divê gel viya bipirse’

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve Başur dagir kiriye, lewa divê gelê Başûr viya baş bibîne û wiha dom kir: “Tirkiye ji bo Başûr dewleteke dagirker e. Hem di aliyê leşkerî, hem siyasî, hem aborî, hem jî aliyê çandê de ketiye Başûr. Yanî Başûr xistiye bin kontrola xwe û wekî dewleteke dagirker e li Başûr. Lazime gelê me yê Başur viya bibîne. Niha li gelek deverên Başûr hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê hene. xwe bicîh kirine. Ev bi biryara kê çêbûye, kes nizane. Yanî biryareke wisa tune ye ku Tirkiye bi awayekî fermî hêzên xwe yên leşkerî bicîh bike. Lazime gelê me yê Başûr bi pirse ka kê ev rê daye Tirkiyeyê ku hêzên xwe li vir bicîh bike. Lazime viya fêm bike.”

‘Ger ku Başûr nebe wê aboriya Tirkiyeyê têk biçe’

Bayik, da zanîn ku aboriya Tirkiyeyê bi bazara Başûr li ser piyan dimîne û wiha got:  “Tirkiyeyê bazara Başûr bidest xistiye. Hemî tiştên Tirkiyeyê li Başûr tên firotin. Li Tirkiyeyê çi tiştekî ku nayê firotin, nikare  bişîne welatên din, çi tiştekî xirab hebe dişîne Başûr. Li Başûr bi milyaran pere qezenç dike. Dikarim bêjim ku aboriya xwe li ser Başûr dimeşîne. Eger Başûr nebe wê Tirkiye di aliyê aborî de bikeve û desthilatdariya wê jî nikare berdewam bike, wê bikeve.”

‘Pêwîste gelê Başûr tiştên Tirkan nekire’

Bayîk got ku pêwîste gelê van pirsan bi pirse û bersiva wan bigire, “Çima ev bazar bi destê Tirkiyeyê ketiye. Em ê çawa wisa tiştên Tirkiyeyê bikirin, aboriya wan mezin bikin û Tirkiye bi van pereyan çeka bikire, êrîşî me bike, me bikuje?” Bayik têkildarî mijarê wiha dom kir: “Ger ku tu tiştên Tirkiyeyê bikirî wê demê tu bixwe dijminê xwe mezin dikî. Tirkiye li bazara Başûr bi milyaran pere qezenç dike, piştre bi wan pereyan çekan dikire û li dijî kurdan bikar tîne, dixwaze kurdan ji holê rake. Ji ber wê yekê lazime gelê me yê Başûr tiştên Tirkan nekirin, xizmeta aboriya wan, xizmeta leşkeriya wan neke.”

‘Rêzefîlmên Tirkiyeyê temaşe nekin’

Bayik bal kişand ku Tirkiye dixwaze li Başûr çanda xwe belav bike û qirkirinê di vî alî de jî pêk bîne û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê gelek rêzefîlm çêkirine. Ev rêzefîlm di hemû ragihandina Başûr de tên weşandin. Tirkiye bi van fîlman di nava civaka Başûr de çanda xwe belav dike. Zîhniyeta gelê me diguhere, zîhniyeta Tirkiyeyê pêş dixe. Tişta esasî çand e, ger ku te çanda xwe binax kir, tu çanda kurdan dikujî. Tirkiye dixwaze kurdan ji holê rake, lewma êrîşî çanda kurd dike. Dixwaze çanda kurdan lawaz bike, li şûna wê çanda xwe xurt bike û bi vî rengî kurdan bixe xizmeta xwe. Di em dibînin ku di tevahiya televîzyonên Başûr de ev fîlm tên nîşandan. Lazime gelê me li dijî wê bisekine û wan fîlman temaşe neke. Ew televîzyon divê wan fîlman nîşan nedin.”

‘Konsolosxaneya Hewlêrê navenda MÎT’ê ye, di destê me de belge hene’

Li ser hewldanên leşkerî û îstîxbaratî ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê dimeşîne jî Bayik zanyariyên gelekî girîng parve kirin. Bayik derbarê mijarê de ev zanyarî dan:  “Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê wekî nav konsolosxane ye, lê ew der navenda Teşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) a Tirkiyeyê ye. Li wê derê îstîxbarata Tirkiyê bicîh bûye û hemû karên îstîxbaratî dimeşîne. Di destê me de belgeyên wê jî hene. Yanî ez dikarim viya jî bêjim. Ew der ne konsolosî ye, karê dîplomasî nameşîne, karê îstîxbaratî dimeşîne. Navenda JÎTEM (Îstîxbarata Cendirmeyan û Têkoşîna bi Terorê re), MÎT, hêzên taybet e. Xebatên van hêzan hemuyan kordîne dike. Gelek karan dikin, rêxistinan ava dikin, hêzan ava dikin. Li Başûr dixwazin bi pereyan însanan bikin ajanên xwe û li dijî kurdan bidin şixulandin.”

‘Pêwîste gel ji parlamentoyê daxwaza pêkanîna biryaran bike’

Bayik destnîşan kir ku divê gelê Başûr di vê mijarê de hişyar be û wiha dom kir: “Hem ji hikûmeta navendî ya Iraqê hem jî ji hikûmeta Başûr daxwaz bike ku ew karên îstîxbaratî neyên meşandin. Pêwîste daxwaz bikin ku ew pîvanên Tirkiyeyê bên derxistin. Berê jî kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin, nîv milyon îmze hatin komkirin û pêşkêşî parlamentoyê hatibûn kirin. Parlamentoyê biryar girtin, lê di pratîkê de ev nemeşiya. Niha  dîsa îmze tên komkirin, ev tiştekî başe, lê lazime gelê me zextê li ser hikûmeta herêmê, ya navendî û partiyên siyasî bike da ku van biryaran pêk bînin.  Yanî pêwîste ne tenê biryar bên girtin û rexne bên kirin, divê ev biryar di jiyanê de pêk werin.”

‘Divê Tirkiyeyê ji Başûr derxînin’

Bayik anî ziman ku lazime Tirkiyeyê ji Başûr bê derxistin û got: “Ger ku Tirkiye ji Başûr bê derxistin, wê demê Başûr dikare nasnameya xwe qezenç bike, demokrasî û azadiya xwe pêş bixe. Tirkiye nahêle ku li Başûr demokrasî, azadî û aramî pêş bikeve. Hertim li Başûr xirabiyan pêş dixe. Gelê Başûr her ku diçe viya dizane û li dijî disekine. Lazime viya hîn xurt bike û zextê li ser hikûmetê jî bike.”

‘Pirsyarî çiqas hebe, wê pirsgirêkên Başûr çareser bibin’

Cemîl Bayik têkildarî helewseta hikûmeta Başûr û partiyên siyasî ya derbarê van mijaran de jî nirxand û wiha got: “Helwesta hikûmetê jî ya partiyên siyasî jî nebaş e. Jixwe ji ber vê siyaseta wan pirsgirêkên Başûr mezin bûn. Pirsgirêkên aborî, demokrasî, çand, siyasî, leşkerî hemû encamên siyaseta ku tê meşandin e. Siyaseta ku tê meşandin ji bo Başûr sîstemek ava nekir. Sîstemek demokratîk pêş nexist. Sîstema ku pêş xistine xizmeta partiyan dike, xizmeta gelê Başûr nake. Gelê Başûr ev yek dît û ji ber wê yekê li dijî van partiyan helwest nîşan da. Gel dît ku ew siyaset û dîplomasiya ku hikûmet û partiyên siyasî dimeşîne xizmeta gel nake, xizmeta partî û dagirkeran dike. Ji bo wê yekê gel li dijî wê siyasetê rawestiya. Gelê me yê Başûr her ku diçe pirs dike, ji ber ku fêm dike. Her ku fêm dike pirs dike. Yên ku pirs dikin, dikarin bersivê jî pêş bixin. Ji ber ku her pirsek bersivê jî pêş dixe. Niha di nava gelê me de ev pêş dikeve. Çiqas pêş dikeve, li Başûr demokrasî, azadî pêş dikeve, ev zîhniyet, ev civak pêş dikeve. Ev jî çiqas pêş bikeve ew dikare pirsgirêkên Başûr çareser bike.”

‘Gel ji partiyan û hikûmetê guhertinê dixwaze’

Bayik bal kişand ku sîstema li Başûr cuda ye, gelê Başûr cuda ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Başûr ji siyaseta ku tê meşandin nerazî ye, li dijî derdikeve. Lewma lixwe xwedî derdikeve. Ji ber wê yekê xwedî li Efrînê jî derdikeve. Li yekîtiyê netewî xwedî derdikeve. Her ku diçe yekîtiya netewî pêş dixe, demokrasiya kurd, azadiya kurd, edaleta kurd pêş dixe. Dixwaze ku partiyên siyasî û hikûmet jî viya qebûl bike û pêk bînin, di xwe de guhertinê çêbikin. Dibêje ‘Çawa me xwe guhertiye, divê hun jî xwe biguherin. Ger ku hun viya nekin, em qebûl nakin’. “

‘Gelê Başûr li Efrînê ruhê raperînê dibîne, lewma xwedî derdikeve’

Bi minasebeta salvegera raperîna Başûrê Kurdistanê jî Bayik nirxandin kirin û wiha got: “Gelê me gelê Newrozê ye, gelê raperînê ye. Pêwîste vê ruhê tu caran winda neke. Ji ber ku vê ruhê qezenç kir û wê bi vê rihê karibe destkeftiyên xwe biparêz e. Raperîna Başûr dawiya Sedam anî. Amerîka dawiya Sedam ne anî, wê raperînê anî. Ger ku ew raperîn pêş neketiba, Amerîkayê jî nedakirî wisa li dijî Sedam rawestiya ba. Raperîna gelê me yê Başûr riya wê vekir. Gelê me dagirker ji Başûr qewitandin û xwestin ku li Başûr ji xwe re sîstemeke demokratîk ava bikin ku bi nasnameya xwe nirxên xwe jiyan bikin. Ew raperîn ne tenê ji bo Başûr, ji bo tevahiya beşên din pêwîst bû. Raperînê li ser beşên din jî tesîr çêkir. Gelê me rastiya Newrozê hinek fêm kiribû, wê raperînê jî rastiya Newrozê temsîl dikir. Gelê me di dîrokê de hertim bi raperînan xwe parastine, li dijî dagirkeran û zulmê sekiniye. Çi qezenç kiribe bi wê qezenç kiriye. Dema raperîn nekiribin hemû destkeftiyên xwe winda kirine. Raperîna li dijî Sedam pêş ketiye jî dîroka gelê kurd temsîl dike. Niha jî ev ruh ji bo Başûr û tevahiya gelê me pêwîste.  Ev ruh îro li Efrînê berdewam dike. Gelê me yê Başûr di Efrînê de vê ruhê dibîne, xwe dibîne. Lewma îro li Efrînê xwedî derdikeve.”

‘Pêwîste ev ruh lawaz nebe’

Bayik got gelê Başûr pêwîste tu caran wê ruhê lawaz neke û wiha dom kir: “Dema lawaz dibe destkeftiyên xwe winda dike. Meseleya Kerkukê viya baş dide diyarkirin. Lê dema ev ruh xurt bibe, tiştên ku winda kirine jî dikare bidest bixe. Îro Başur wê jiyan dike, Başûr zindî dike. Gelê Başûr dixwaze ku bi vê ruhê tiştên ketine xeteriyê careke din qezenç bike. Lazime gelê me li hemû beşan bi vê ruhê raperînê jiyan bike. Ancax ev ruh dikare gelê me ji mirinê derxîne, bide jiyankirin û serkeftinê çêbike. Derveyî wê ji bo gelê me qezençkirin nîn e, lazime ev viya hertim ji xwe re esas bigirin. Em çiqasî di raperînê de jiyan bikin, em ê biser bikevin û winda nakin. Taybetmendiya gelê kurd wiha ye, raperînê esas digire. Zulmê, desthilatdariyê, neheqiyê qebûl nake. Ger ku vê taybetmendiya xwe lawaz neke, winda neke, wê hertim qezenç bike. Bi vê munasebetê carekedin raperîna gelê me yê Başûr silav dikim.”

‘Gelê Rojhilat ji Efrînê ruh digire’

Cemîl Bayik bal kişand ser helwesta gelê Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo Efrînê û ev tişt anîn ziman: “Gelê me yê Rojhilat bi dilê xwe li gel Efrînê ye. Belkî zêde nikare wekî Başûr, Ewropa û Rojava viya nîşan bide, lê her ku derfet dît, daxuyaniyan dide û cihê xwe li rex Efrîn digire. Mesela hinek rewşenbîr, nivîskar û hunermendan daxuyanî dan û gotin, ‘Em li gel Efrîn in, Tirkiye dagirker e, dijminahiya Efrîn dike’. Gelê me yê Rojhilat gelekî qehreman e. Wexta komploya navnetewî pêk hat, li Rêber Apo xwedî derket. Ji bo wê şehîd jî, birîndar jî dan. Niha jî dibînin ku Efrîn ji bo tevahiya kurdan berxwerdaneke dîrokî dike. Ji Efrîn ruh digirin. Çawa ku Başûr ruh digire, ew jî werdigirin.”

‘Gelê Rojhilat xwedî derdikeve’

Bayik got ku gelê Rojhilat xwedî li Efrînê derdikeve wiha dom kir: “Li Îran jî hinek raperîn, girtin, kuştin çêbûn. Îranê got ‘destê derve tê de heye’, belkî destên derve jî hebin, lê esas pirsgirêk di nava Îranê de hene. Pirsgirêkên kurdan jî hene li wê derê. Ger ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, hêzên derve hertim dikarin encam bigirin. Lazime pirsgirêk di nava Îranê de bê çareserkirin. Gelê me yê Rojhilat jî viya dixwaze. Li aliyekê ji Îran demokratîkbûnê dixwaze, li aliyê din têkoşîna netewî dimeşîne, yekîtiya netewî dixwaze. Her rûdaneke li perçeyên din ên Kurdistanê çêdibe, bandorê li ser wan jî dike. Ji ber wê tişta ku xizmeta azadî, demokrasiyê dike xwedî lê derdikeve. Tişta ku zirar dide jî, li dijî disekine. Ji ber wê yekê gelê me yê Rojhilat jî li gel Efrînê ye. Ger ku Îran derfetê bide, dikare hîn baştir jî dîtinên xwe diyar bike.”

‘Tirkiye bi Iraqê re li dijî kurdan bazar kiriye’

Bayik destnîşan kir ku diyar e Tirkiye li Başûr li ser tevahiya hereketên Kurd, bi taybetî jî li ser PKK’ê radiwestin û hinek bazaran dikin.  Bayik têkildarî mijarê wiha got: “Di encama vana bazaran de meseleya Kerkukê derket. Tirkiyeyê ji Iraqê re got, ’em dikarin bi hevre li dijî kurdan rawestin. Kurd ji bo me xeter in, li dijî PKK’ê em dikarin bihev re rawestin. Ji ber ku PKK ruh dide kurdan, nahêle ku em kurdan berhewa bikin, bernameyên hemuyan têk dibe. Ji ber wê yekê em dikarin bi hevre li dijî PKK’ê li dijî kurdan rawestin. Eger hun viya qebul bikin em dikarin alîkariya we bikin.’ Ji ber wê yekê ye ku dema Iraqê gelek erdê Kurdistanê wergirt tu kesî dengê xwe nekir. Tirkiyeyê got, ‘ger ku tu vê pêngavê bavêjî ez alîkariya te dikim’. Yanî Iraqê ev pêngav bi alîkariya Tirkiyeyê avêt. Ev alîkarî li ser çi esasî pêk hat. Tirkan got, ‘Ger ku tu li dijî kurdan, li dijî PKK’ê alîkariya min bikî, ez ê jî alîkariya te bikim. Tu jî dikarî li dijî Başûr pêngavan bavêjî.’ Li ser vê yekê bazar pêş ket û di encama wê de meseleya Kerkûkê derket. Bi hevre tatbîkata leşkerî jî kirin.”

‘Tirkiye dixwaze komploya navnetewî zindî bike’

Bayik anî ziman ku Tirkiye li ser vî esasî kar dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoğlu hevdîtinan çêdike, Serfermandarê Tirkiyeyê Hulusî Akar hat. Yanî Tirkiye dixwaze li Başûr hereketa kurd têk bibe, dixwaze PKK’ê têk bibe. Ji bo wê yekê wan hevdîtinan çêdike. Ji bo ku Iraqê jî razî bike, jê re dibêje ’em ê alîkariya te bikin. Tu dikarî ji nûve Iraq ava bikî, em ê ji bo wê pereyan jî bidin te. Li dijî kurdan jî  em ê alîkariyê bidin te, tu jî divê alîkariya me bikî da ku em li dijî PKK’ê li dijî kurdan operasyonan bikin’. Li ser vî esasî bazaran pêş dixin. Dema Rêber Apo li Şamê bû komployek navnetewî pêş xistin da ku Rêber Apo ji Şamê derxînin û PKK’ê, hereketa kurd têk bibin. Wê demê gelek dewletan jibo berjewendiyên xwe di komployê de cîh girtin. Lê herkes dizane wê encam neda. Digotin ku Rêber Apo ji Şamê derxistine û wê encam bigirin. Lê encam negirtin, tevgera PKK’ê piştî wê hîn mezintir bû.  Niha Tirkiye dixwaze komploya navnetewî careke din zindî bike. Vaye êrîşên ku li ser Efrîn, Rojava, Bakur, Başûr pêk tîne hemû ji bo vê yekê ne. Hevdîtinên ku bi Iraqê re dike hemû ji bo wê ne. Erdogan digot, ‘Emê ji Efrîn destpê bikin û li Qendîl temam bikin’. Wateya vê ev e ‘Em ê PKK’ê tune bikin, kurdan tune bikin’. Ji bo ku vê armancê pêk bîne, lazime komploya navnetewî careke din zindî bike. Ji ber ku îro kurd jî PKK jî ne di wê asta ku dema komploya navnetewî destpê kiribû de ye.”

‘Ji bo armanca Osmaniya nû hêzên xwe li Başûr bicîh kirine’

Bayik anî ziman ku Tirkiye dixwaze Osmaniya nû pêş bixe û wiha pê de çû: “Erdogan bixwe dibêje, ‘Li Lozanê bi zorê bime dan qebûlkirin, esas me qebûl nekiriye. Em dixwazin ew erdên berê cardin bidest bixin.’ Li Rojava, Efrînê dixwazin viya pêk bînin. Li Iraqê dixwaze viya pêk bîne. Vaye dibêjin Kerkuk a Tirkan e, Tirkmen e. Yanî weke erdekî Tirkiyê dibînin. Konsolosê Hewlêrê ji bo vê yekê kar dike. Ji bo wê hêzên xwe yên leşkerî bicîh kirine, karê ajantiyê pêş dixin, hêzên leşkerî pêş dixin. Tirkmenên girêdayî Tirkiyeyê biçek dikin, hêzên wan ava dikin ku karibin firsendekê bidest xwe bixin û dagirkeriyê li Başûr mezin bikin, heta Kerkûkê pêş bixin.”

‘Iraq û partiyên Başûr nayên vê lîstikê’

Bayik da zanîn ku komploya navnetewî têk neçûye lê ne di asta berê de ye û wiha dom kir: “Tirkiye dixwaze bi êrîş û zextên xwe viya pêş bixe û bîne asta berê. Bi taybetî li ser Iraqê kar dike ku karibe li Başûr PKK’ê tune bike, qirkirina kurdan pêk bîne. Gelê me, şervanên me vê yekê dibîne. Lewma Tirkiye nikare vê siyasetê bimeşîne. Kurd ne wekî berê ne, PKK jî ne wekî berê ye. Em jî rê nadin, gelê me jî rê nade. Bi taybetî gelê me yê Başûr lazime zanibe ku Tirkiye dixwaze bi Iraqê re li dijî kurdan pêngavên nû pêş bixe. Ev netenê ji bo PKK’ê, ji bo gelê me yê Başûr jî xeterî ye. Tirkiye dixwaze ji lawaziyên Iraqê feyde bigire û wê bikişîne nava plana xwe.  Heta hewl dide ku partiyên Başûr jî bixe nava plana xwe. Lê texmîn dikim ku partiyên Başûr jî Iraq jî nakevin nava vê lîstikê, nakevin xizmeta Tirkiyeyê.”

‘Kongreya newetî wekî nan û av pêwîstiyek e’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik, li hemberî plan û êrîşên li ser destkeftiyên kurdan bal kişand ser girîngiya Kongreya Netewî ya Kurd û wiha axivî: “Kongreya netewî ji bo kurdan pêwîst e, dereng jî maye. Diviyabû ku ev kongre hîn zûtir pêk bihata. Ji ber ku şerê li Rojhilata Navîn çêdike, rewşa hereketên kurd ferz dike ku kongreya netewî bi lez pêk bikeve. Ev wekî nan, av û hewa ji bo kurdan zarurî ye. Çawa ku mirov nikare bê nan, av û hewa jiyan bike, kurd jî nikarin bê kongreyek netewî jiyan bikin. Gelê me li her derekê vê daxwaz dike û dibêje ku lazime kongreya netewî bi lez pêk were. Hinek sazî, partî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, akademîsyen, dostên kurd jî viya daxwaz dikin. Belkî hinek partî berjewendiyên xwe di kongreya netewî de nabînin. Lewma naxwazin, gelek hincetan pêş dixin ku ev kongre çênebe. Yanî meseleyên netewî dikin qurbanê berjewendiyên partiyên xwe. Lê divê mirov guh nede wan û bi lez kongreya netewî pêş bixe. Eger mirov viya pêş bixe û gel jî zextê li ser van partiyan bike, wê demê yan ev partî wê ji mecbûrî kongreya netewî qebûl bikin an jî dê li dijî rawestin. Eger li dijî rawestin ew partî wê di nava gel de behurmet bibin. Wê demê jî nikarin li pêşiya kongreya netewî astengiyê çêbikin. Di nav de cîh bigirin jî baş dibe, ev tê xwestin. Li vir mesele ne tenê daxwaza çêkirina kongreyê ye. Herkes wê daxwaz dike. Lazime mirov pêngavên nû pêş bixe. Yanî divê mirov ji daxwazê derxîne û di pratîkê de pêş bixe ji bo wê kar bike, zextan bike.”

‘Ger kongre pêk were li hemû beşan pirsgirêk dikevin ser riya çareseriyê’

Bayik da zanîn ger ku kongreya netewî pêk were, wê demê hêzên kurd dikarin hîn zêdetir berxwedanê pêş bixin, pirsgirêkan çareser bikin, li dijî hemû dagirkeran rawestin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Li hemû beşan pirsgirêk dikeve ser riya çareseriyê. Lewma yên ku dixwazin kongreya netewî pêk were, divê guh nedin hinek partiyan, nebêjin ‘ev tevlî nabin, ev jî dibe astengî kongre çênabe, ew tevlî nebin nabe’. Lazime wisa nêzîk nebin. Hinek partî dibêjin, ‘bila kongre çêbibe, lê hinek partî naxwazin, divê bên îknakirin, ger ew nebin nabe’. Yanî bi wî şeklî ew jî wekî ku naxwazin kongre çêbibe. Lê meseleya kongreya netewî ne girêdayî hinek partiyan e. Hinek partî tevlî nebin jî bila nebin, lê divê kongre çêbibe. Hinek partî tevlî nebin nayê wateya ku kongre çênabe. Çêdibe, ger ku çêbibe ew partî jî dikarin helwesta xwe biguherin. Lewma divê mirov hîn zêdetir bi derengî nexe û vî barî pêş bixe, biser bixîne.”