Ji Efrînê banga yekîtiya netewî

Ji Efrînê banga yekîtiya netewî
13 adar 2018   13:28

EFRÎN – Şandeya ji Başûrê Kurdistanê ku ji oldar, endamên KNK’ê, nûnerên partiyên siyasî û Pêşmergeyên Dêrîn (Pêşmergeyên kevin) pêk tê, ji bo destekê bidin berxwedana serdemê hatin Efrînê.

Şandeya ji Başûrê Kurdistanê ku ji ku ji oldar, endamên KNK’ê, nûnerên partiyên siyasî û Pêşmergeyên Dêrîn (Pêşmergeyên kevin) pêk tê, bi armanca xwedîderketina li Berxwedana Serdemê, vê sibehê tevî topbarana artêşa Tirk a dagirker derbasî Efrînê bû.

Endamên şandeyê ji aliyê Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Silêman Şêx Îsa, Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso, Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Ebdullah, Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif û rêveberên kantonê ve hatin pêşwazîkirin.

Şandeyê di serî de serdana Şehîdgeha Avesta Xabûr kir, paşê li ber avahiya Meclîsa  Zangonsaz a Kantona Efrînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Silêman Şêx Îsa destpêkê axivî û bi xêrhatina şandeyê kir. Piştî axaftina Dr. Silêman Şêx Îsa bi navê şandeyê endamê Dîwana KNK’ê Şikrulah Mihemed Emîn peyivî û berxwedêr û gelê Efrînê silav kir. Emîn got, “Em hatin ji bo destek û moralê bidin we. Lê belê hûn bi xwe bûn moraleke mezin ji bo me.”

Emîn destnîşan kir ku gelê Kurd yek e û ti kes wê nikaribe vê parçe bike û wiha dewam kir: “Dema ku em bala xwe didin şehîdgehên xwe dibînin ku şervanên ji çar parçeyên Kurdistanê li kêleka hev razayî ne. Ev yek yekîtiyê li me ferz dike. Em ji Efrînê careke din tînin bîra dagirkeran. Gelê Kurd gelek ji we barbar û zaliman dît, lê ti carî serî netewand. Wê serî li ber we jî netewîne. Gelê Kurd bi zelalî dibîne ku rizgarî bi yekîtiyê dibe. Gefên li me tên xwarin yekîtiyê li ser me ferz dikin.”

ANHA