Navenda Tevgera Kevana Zêrîn a Kobanê hate vekirin

Navenda Tevgera Kevana Zêrîn a Kobanê hate vekirin
11 adar, 2018   13:29

KOBANÊ – Li Kobanê, navenda Tevgera Çand û Hunerê ya “Kevana Zêrîn” bi merasîmekê hate vekir.

Bi dirûşmeya “Jin bi çand û hunera Kurdî ya resen pêşengiya qadên azadiyê dike” Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê, bi merasîmekê navenda ” Tevgera Kevana Zêrîn” li taxa Şehîd Yehya ya bajarê Kobanê vekir.

Endamên Tevgera Çand û Hunerê, Desteya Çandê, nûnerên Kongreya Star, Hêzên Asayîşa Jin, Meclîsa Malbatên Şehîdan û bi dehan şêniyên kobanê di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Rêveberê Navenda Çand û Hunerê Mîrxan Îsmaîl girîngiya vekirina navendê ji bo pêşxistina çand û hunerê destnîşan kir û got “Armanc ji vekirina vê navendê ew e ku jin li çand û hunera xwe xwedî derkeve û wê ji hewldanên tunekirinê biparêze.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Xelîsa Hec Ebdulqadir vekirina navendê wekî gaveke girîng di dîroka jin de destnîşan kir û anî ziman ku vekirina navendê bi saya xwîna şehîdan pêk hatiye.

Piştî koma Jinên Ciwan a mûzîkê, stranên li ser jin û azadiyê gotin.

Navend ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin.

Merasîmê bi stran û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(bb)

ANHA