3′yemîn mihrîcana huner û wêjeya jinê pêşkêşî jinên Efrînê hat kirin

3′yemîn mihrîcana huner û wêjeya jinê pêşkêşî jinên Efrînê hat kirin
11 adar 2018   13:28

QAMIŞLO – 3′yemîn mihrîcana huner û wêjeya jinê ya Rojava-Bakurê Sûriyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir. 

Di mihrîcanê de bi dehan şêniyên herêmên Cizîrê, Firatê û bajarê Minbicê, her wiha Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Xalid û Ilyan Seydo amade bûn.

Di mihrîcanê de pêşengeheke hunera şêwekarî, wênexêzî û tiştên bi destê jinê têne çêkirin hatin pêşkêşkirin.

Mihrîcan bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre bi navê Weqfa Jina Azad Ahîn Mihemed, bixêrhatina beşdaran kir û mihrîcan diyarî jinên Efrînê yên berxwedêr kir.

Bi navê jina rewşenbîr a Minbicê jî Xezala Yûsif axivî. Xezala jinên Cizîrê silav kirin û got ku di vê mihrîcanê de hevgirtina jinên ji tevahî gelên Rojava diyar dibe. Xezala wiha domand, ″Me ev mihrîcan li dar xist, da em bal bikişînin ser rola pêşeng a jinê di qadên civakî, leşkerî, aborî, siyasî û hunerî de.″

Piştî axaftinan, koma jina ciwan ″Kevana Zêrîn″ stranên folklorî gotin. Piştre jî dîlan hatin kirin û helbest hatin xwendin.

Komîteya amadekar xebatên mihrîcanê nirxandin û kesên bi ser ketin, diyarî li wan belav kirin.

(mm)

ANHA