Gelê Helebê bi yek dengî qîr kir: Bijî berxwedana Efrînê

Gelê Helebê bi yek dengî qîr kir: Bijî berxwedana Efrînê
11 adar, 2018   20:18

HELEB – Bi sedan gelê Helebê xwepêûandinek li dar xistin û ji tevahî cîhanê re îsbat kirin ku Efrîn ne bi tenê ye.

Li ser banga TEV-DEMʹê, şêniyên bajarê Helebê herikîn qadan. Meş ji navenda Kongreya Star dest pê kir. Meşvanan alên YPG/YPJ/QSDʹê û wêneyên şehîdan hildan û wêneyên ʺBijî Berxwedana Efrînêʺ berz kirin û banga serhildana li hember dagirkeriya Tirk kirin.

Meşvan li pêşiya nexweşxaneya Henan a taxê rawestiyan û deqeyek rêz girtin. Piştre Rêveberiya TEV-DEMʹê, Endamê MSDʹê Şêx Elî Hesen û bi navê Kongreya Star Leyla Xalid axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser mafê parastina rewa yê gelên Bakurê Sûriyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk. Her wiha hat zanîn ku QSDʹê di şerê li dijî terorê de serkeftinên mezin bi dest xistine. Di dawiyê de hat destnîşankirin ku Efrîn wê bi saya hevgirtina gelên herêmê bi ser bikeve.

Meş bi dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Efrînêʺ û ʺŞehîd namirinʺ bi dawî bû.

(mm)

ANHA

" title="YouTube video player" frameborder=\"0\" allow=\"accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share\" allowfullscreen>