‘Civaka navnetewî ji encamên hovîtiya li dijî Efrînê berpirsyar e’

‘Civaka navnetewî ji encamên hovîtiya li dijî Efrînê berpirsyar e’
11 adar 2018   13:27

QAMIŞLO – Rewşenbîrên bajarê Dêrikê civaka navnetewî weke berpirsiyar li hemberî encamên hovîtiya artêşa Tirk a dagriker li dijî Efrînê bi nav kirin. Rewşenbîran bang li civaka navnetewî kirin ku bi berpirsyariyên xwe li hemberî welatiyên Efrînê rabe.

Di çarçoveya helwestên li hemberî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên herêma Efrînê, Şaxa Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya Dêrikê li qada bajêr kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê Bakurê Sûriyeyê veguhertiye qada şer û welatiyên sivîl armanc digire û komên çete ji nû ve vedijîne.

Di daxuyaniyê de her wiha pesna berxwedana serdemê ya Efrînê hate kirin û diyar kir ku bi saya berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê û QSD’ê pilanên dagirkeriya Tirkiyeyê tên şikandin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku ji bêdengiya xwe derbikeve û li hemberî hovîtiya toranî ya Tirkiyeyê li dijî welatiyên sivîl derbikeve. Rewşenbîran civaka navnetewî weke berpirsiyar li hemberî encamên hovîtiya artêşa Tirk a dagriker li dijî Efrînê bi nav kirin.

(jh)

ANHA