Ciwanên Rojava cihê xwe di Berxwedana Serdemê de digrin

Ciwanên Rojava cihê xwe di Berxwedana Serdemê de digrin
11 adar 2018   13:26

ROJ MÛSA

EFRÎN – Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan di eniyên şer ên pêş de li kêleka şervanên YPG/YPJ û QSD’ê ne û di parstina herêmê de cih digirin. Ciwanên di nava berxwedanê de diyar kirin ku wê Efrîn bi rihê berxwedana Kobanê serbikeve.

Rêveberiya Xweser a  Demokraîtk di roja 21’ê çile de, yanî piştî êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê bi rojekê seferberî ragîhandin. Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Jinên Ciwan ên Rojava  û tevlî Berxwedana Serdemê bûn û li kêleka şervanên YPG, YPJ û QSD’ê ketin çeperên parstinê û li dijî êrîşkaran şer kirin.

Endamên Yekîtiya Ciwaên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrînê tevlî YPG, YPJ, HPC, Hêzên Leşkerî yên ciwanan bûn û li çeperên şer ketin liv û tevgerê.

Di encama beşdarbûna ciwanan di nava berxwedana Serdemê de 5 endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava şehîd bûn. Ciwan di berxwedana gundên sînor pêk hat, dinava şehîdan de lîstikvanê tîma Berxwedan a Fotbolê Lîstikvan Odcalan û Mustefa Argeş, Egîd û Elî jî hebûn.

Endamê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kantona Efrînê Mihemed Qehreman derbarê Berxwedana Serdemê de wiha wiha: “Gelek evsaneyên ku bi destê berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê tê nivsandin, em  jî li kêleka wan li dijî hovîtiya Artêşa Tirk û teknîka wan a leşkerî liber xwe bidin û bi çekên xwe yên sivik bersiva êrîşên wan didin.”

Qehreman di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ew wekî ciwan tevlî banga seferberiyê bûn û wiha dom kir:”Ji dema seferberî hate ragîhanidin me ragîhan ku em ê bi hemû hêza xwe li kêleka şervanên YPG û YPJ di qadên şer ên herî pêş de cih bigirin. Hêza leşkerî ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojva heye, hemû li eniyên pêş ên berxwedanê ne, cihê xwe di nava hêzên leşkerî de digirin û di çeperên pêş de parastinê dikin. Efrîn wê bi rihê Berxwededana Kobanê serbikeve. Piştî fedekariya Arîn, Kendal û Kirûp Heleb wê şêniyên Efrînê serbikev in.”

Têkildarî mijarê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Lîna Ebdo jî destnîşan kir ku tevlî Berxwedana Serdemê bûn û wiha dom kir: “Ji ber ku ev erka me ya dîrokî  ya pîroz divê em pêk bîn in. Ne mumikine ku em rê bidin ku Artêşa Tirk bikeve Erfrînê de. Gelê Efrînê wê heta dawî liber xwe bide. Banga min ji hemû kesî re ew e ku tevlî banga seferberiyê bibin û li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê liber xwe bidin.”

Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Mihemed Elî jî da zanîn ku ew ê rê nedin ku Arêtaş Tirk a dagirker derbarsî Efrînê bibin û destnîşan kir ku ew di çeperên pêş de liber xwe didin û parstina herêmên xwe dikin.

Xwendekarên Zanîngehê Enwer Hemo jî tevlî berxwedana Serdemê bûye wiha got: “Beşdarbûna me ya banga seferberiyê ya Efrînê bersiva herî mezin a li dijî dagirkerane.”

(dc)

ANHA