Ciwanên Rojava biryar dan ku berê xwe bidin Efrînê
![Ciwanên Rojava biryar dan ku berê xwe bidin Efrînê](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/201803/142557_girke-_dewiye-_civene-620x364.jpg)
QAMIŞLO – Koordînasyona Ciwanên Kurd ên Rojava civîna xwe ya salane bi biryarên girîng bi dawî kirin. Biryara herî girîng çûna ber bi Efrînê bû.
Civîna koordînasyonê li salona Sandîkaya Kedkaran a bajaroka Rimêlanê bi beşdariya Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl, nûnerên Rêveberiya Xweser ʺSerokê Meclîsa Rêveber Ebdulkerîm Sarûxan, serok û cîgirên desteyanʺ hat lidarxistin.
Di dawiya civînê de encamnameyek hat dayîn û tê de hat zanîn ku tekane çareseriya li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, yekîtiya niştîmanî ye.
Li gorî encamnameyê biryarên ku di civînê de hatin girtin ev in:
*Berxwedana Serdemê rûmeta me ye û şopandina riya şehîdan erka me ya bingehîn e.
*Me bi biryar da ku em 11ʹê Adarê biçin Efrînê.
*Dagirkeriya Tirk xetereyê li ser tevahî Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê ava dike. Ji bo berxwedana li hember vê xetereyê, divê ciwanên Kurdistanê rêxistina xwe xurt bikin. Di vê çarçoveyê de me biryar girt ku:
-Yekîneyên Parastinê yên ciwanên partî û rêxistinan bêne avakirin û divê perwerdeyên leşkerî bibînin.
-Divê em beşdarî xebatên parastinê, amadekirina noqteyên leşkerî û kolandina xendeqan li tevahî gund û bajarên Rojava, bibin.
(mm)
ANHA