YPG: Îlan Dara jî bû şopdarê Avesta û Arîn
![YPG: Îlan Dara jî bû şopdarê Avesta û Arîn](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/201803/084441_154733_ilan-dera.jpeg)
NAVENDA NÛÇEYAN – YPG`ê diyar kir ku çawa ku di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rêhevala wan Avesta Xabûr, bi çalakiyên xwe bûne rihên serkeftinê, hevalê wan Îlan Dara jî bû şopdarê wan ê serkeftinê.
Fermandariya YPG`ê ya Efrînê derbarê çalakiya fedayî ya şervanê YPG`ê li herêma Cindirêsê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
ʺRêhevalê me Îlan Dara îro li hemberî çeteyên dewleta Tirk a faşîst(Çeteyên El-Nusra û El-Qaîde) ên ku êrîşî herêma Cindirêsê kirin, çalakiyeke fedayî pêk anî.
Çawa ku di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rêhevala me Avesta Xabûr, bi çalakiyên xwe bûne rihên serkeftinê, hevalê em Îlan Kobanê jî bû şopdarê wan ê serkeftinê.
Rêhevalê me Îlan Dara careke din îsbat kir ku bi rihê azadiyê, bi bîr û bawerî li hember dijmin seknandin, xeta serkeftinê ye . Rêhevalê me Îlan bi vê çalakiya xwe ya fedayî rihê demê û rihê serdemê jiyan kir. Em ê di şopdariya heval Îlan de serbikevin û dagirkeriya faşîzma Tirk têk bibin.
Nasnav: Îlan Dara
Nav û paşnav: Ehmed Elwelo
Cih û dîroka şehadetê: Çalakiya fedayî li Cindirêsê 8`ê Adarê
(kc)