Welatiyên Efrînê wiha alîkariya hev dikin

Welatiyên Efrînê wiha alîkariya hev dikin
9 adar 2018   20:36

TOLÎN HESEN

EFRÎN- Piştî firneya navçeya Şiyê hate topbaran kirin û nan ji şêniyên gundên Termîşa û Şektaya yên qut bû,Welatiyê bi navê Hesen Seydo nan ji gundiyan re peyda dike.

Şêniyên gundên Termîşa û Şektaya yên navçeya Mabata, nanê xwe ji firneya navçeya Şiyê peyda dikirin. Piştî ku dewleta Tirk firneya Şiyê topbaran kirin, nan ji ser gundiyan qut bû. Welatiyê bi navê Hesen Seydo ji bo peydakirina nanê gundiyan bi tirmpla xwe ya taybet nan ji gundiyan re tanî.

Seydo rojane saet di 06.00’an de derdikeve û 400 turên nan ji gundê Mîrkan a navçeya Mabta tanî û li şêniyên herdû gundan belav dikir.

Welatiyê bi navê Hesen Seydo diyar kir ku ew nan ji gundiyan re tîne û bi her turekî bi 125 lîreyên Sûriyê dide wan. Hesen ne tenê nan ji gundiyan re tîne, lê belê hin madeyên din jî û av jî ji welatiyan re peyda dike.

Bi taybet piştî ku navenda belavkirina avê ya navçeya Şiyê ku av li gundan belav dikir, bi balafirên şer ên Arêtşa TIrk hate bombebarankirinû nav ji ser gundan qut bû, Syedo avê bi galonan dadigre û li şêniyên herdû gundan belav dike.

Seydo da zanîn ku ji bo ew ji rewşa tê de alîkariya hev bikin nan û avê peyda dike û li gundiyan belav dike û ev tişt anî ziman: “Di deme em rastî êrîşên hovane yên Artêşa Tirk û çeteyên wê tên em neçar in li riyên din bigirin da ku pêdiviyên xwe peyda bkin.”

Hêjaye bibîr xistinê ku riya Hesen Seydo tê re diçe û tê ji aliyê Arêşa Tirk ve hatiye topbarankirin.

Artêşa Tirk ji 20’ê Çile ve bi awayekî hovane êrîşî kantona Efrînê dike. Di encamê de heta niha bi sedan welatî şehîd bûn û birîndar bûne.

(dc)

ANHA