YPJ: Şerê me şerê parastina rihê 8’ê Adarê ye

Fermandariya Giştî ya YPJʹê 8ʹê Adarê li tevahî jinên Sûrî û şervanên berxwedêr pîroz kir.

YPJ: Şerê me şerê parastina rihê 8’ê Adarê ye
7 adar 2018   15:22

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJʹê 8ʹê Adarê li tevahî jinên Sûrî û şervanên berxwedêr pîroz kir.

Navenda Ragihandina YPJʹê bi daxuyaniyekê 8ʹê Adarê pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

ʺEm roja 8’ê Adarê li jinên cîhanê, jinên Kurd, tevahî jinên Sûrî û şervanên berxwedêr pîroz dikin. Di şexsê şehîd Avêsta, Barîn, Amargî de hemû şehîdan bi bîrtînin. Em soz didin em ê tekoşîna Roza, Clara, Sara û Avêstayan bighînin serkeftinê.   

Azadiya jinê azadiya civakê ye

Roja 8’ê Adarê cejna jinên kedkar ên cîhanê bi bedelên pir giran ve gihîştiye wê astê ku bibe cejnek û werê pîrozkirin. 8’ê Adarê dikeve salvegera xwe ya 108ʹan. Wek hêza pêşeng jinê ji bona mafê xwe tekoşîn kir û desthilatdariya li hemberî civakbûyinê û keda mirov qebûl nekir. Bi koletiya ku mînaka wê di dîrokê de nehatiye dîtin re rû bi rû ma. Azad jiyankirin û bi keda xwe mezinbûn her wiha li ser çanda xwe jiyan kirin ji jinê re weke maf nehate dîtin. Di dîrokê de jinan ji bo mafê xwe yê hebûn û mirov bûyînê bi dest bixin têkoşîyan û bedelên pir giranbiha dan. Roja 8'ê adarê jî berhema vê ye ku îro jin li seranserî cîhanê vê cejnê bi mitîng û çalekiyan pêşwazî dikin. Zîhniyeta zilamê serwer zayend parest û dewletparêz, jin weke hebûn nepejirandiye. Eger îro jin  tê hedef girtin û rêxistinbûyina jinê wek xeteriyek tê dîtin di heman demê de tirsa ku hêzên desthilatdar jiyan dikin li hemberî civaka exlaqî û polîtîk e. Hemû mirovahî jî di vê zanabûnêdeye ku civakbûyîn bi cewherê jînê bi rengê jinê avadibe. Ji bo wê ye ku hebûna jin bi her awayî wek xeteriyek tê dîtin. Di roja me ya îro de bi tekoşîna hêzên YPJ’ê re jinê bi hêz û vîna xwe şer kir û bi peyama "Azadiya jinê azadiya civakê ye" da herkesî û tekoşîn bilind kir. Mînaka wê ya herî şênber jî şoreşa Rojava ye û di Şoreşa Rojava' de jî desthilatdarî dîsa bi zîhniyeta bê îrade kirin, bê çand û girêdana ax û kedê hêştin ve êrîşî şoreşê dike. Lê belê, bi vê şoreşê re jinan, tekoşîn û parastina cewherî ji bo şoreşa gelan kirin navenda hemû serkeftinan. Lê, sekna jina ku di Şoreşa Sûriyê de rol girtiye, tevlî bûye û hemû qadan de pêşengtî kiriye.

YPJʹê bi navê hemû jinên cîhanê li hember dagirkeriyê têdikoşe

YPJ’ê di parastina xwede ji bo jin gîhandîna asta hebûna azad, mîrovahiya azad û vîna azad, her tim li hember êrîşkaran bê hempa tekoşîn kir, ji bo parastina civak û mirovahiyê jinê bi bedelên mezin li herema efrînê jî destan nivîsandin. Li Efrînê jî, ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker re, li hember hebûna gelan, hebûna jin, êrîş û faşîzmek pir dijwar tê meşandin. Li hember van êrîşan em wek YPJ’ê Efrînê li ser navê hemû jinê cîhanê tekoşîn dikin û berxwe didin.

Ji bo azadiya jinê bedelên mezin hatin dayîn Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê, Amargî Çiya û hevalên me yên şehîd pêşengtiya vê tekoşînê kirin û canê xwe feda kirin.  

Em weke Fermanadriya YPJ’ê Efrînê cejna 8’ê Adarê li hemû jinên li ser axa sûrîyê jiyan dikin li jinên Çerkez, Ereb, Suryan,Tirkmen û li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Em soz didin ku tekoşîna niha em li herêma Efrînê didin, wê bibe hêz û bawerî ku jin xwedî li nirxên mirovahîyê derkeve.ʺ