Koordînasyona Jinê 8ʹê Adarê li jina Efrînê ya berxwedêr pîroz kir

Koordînasyona Jinê 8ʹê Adarê li jina Efrînê ya berxwedêr pîroz kir
7 adar 2018   15:24

QAMIŞLO – Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Roja Jinê ya Cîhanî li jinên Efrînê yên berxwedêr û tevahî jinên cîhanê pîroz kir. 

Koordînasyonê derbarê roja 8ʹê Adarê de daxuyaniyek da. 

Daxuyanî wiha ye:

ʺBi boneya Roja Jinê ya Cîhanî, em cejna jina Efrînê ya berxwedêr, jina Kurdistanî, şervanên YPJʹê yên li dijî terorê şer dikin û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.

Jinê di dîrokê de gelek zulm û zordestî dît û rola wê di civakê de hat binpêkirin. Jin rastî hemû cûreyên şidet hat û vê yekê bandoreke neyînî li ser derûniya wê kir. Zihniyeta baviksalarî jin kir kole û mafên wê binpê kirin. Li hember vê yekê jinê serî hilda û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê di encama şewitandina kargehekê de 140 jinan jiyana xwe ji dest dan. Vê rojê bandor li tevahî cîhanê kir, wek Roja Jinê ya Cîhanî hat diyarkirin û li tevahî cîhanê tê pîrozkirin.

Jina Kurdistanî ji bo bidestxistina maf û azadiya şer kir û beşdarî nava refên şoreşa Rojava bû. Bi vê yekê jinê di hemû qadên leşkerî, aborî, dîplomatîk û siyasî de rola xwe îsbat kir. 

Jin di hemû qadan pêşengiyê dike

Jina Kurdistanî li ser esasî felsefeya Rêbertiyê têkoşîna xwe da meşandin û riya Sakîne, Zîlan û Şîlan şopand û ji bo tevahî jinên cîhanê bû pêşeng. Jin di hemû qadan pêşengiyê dike û li gel mêr di çeperên berxwedanê de jî şer dike.

Berxwedana Serdemê ya jina Kurd li hember faşîzma Tirk dide meşandin, nayê rawestandin. Dê planên dijmin bi fedekariya Avesta Xabûr û Barîn Kobanê bin bikevin. Em soza domandina têkoşînê didin.ʺ 

(mm)

ANHA