Kerwanên Efrînê bi yek dengî ‘Efrîn ya me ye’

Gelên Herêma Cizîrê bi yek dengî bang kirin ku Efrîn ya wane û wiha gotin “Em ê biçin Efrînê, kes nikare pêşiya me bigire. Çûyîna me ya Efrînê derewên çapemeniya Erdogan ên dibêjin YPG /YPJ nahêle gel ji Efrînê derbikeve derdixe holê.”

Kerwanên Efrînê bi yek dengî ‘Efrîn ya me ye’
Kerwanên Efrînê bi yek dengî ‘Efrîn ya me ye’
7 adar 2018   15:20

MÛRADA KENDA/EHMED SEMÎR

QAMIŞLO- Gelên Herêma Cizîrê bi yek dengî bang kirin ku Efrîn ya wane û wiha gotin “Em ê biçin Efrînê, kes nikare pêşiya me bigire. Çûyîna me ya Efrînê derewên çapemeniya Erdogan ên dibêjin YPG /YPJ nahêle gel ji Efrînê derbikeve derdixe holê.”

Gelên Herêma Cizîrê cara 4’emîne ku bi konvoyan ji bo piştgiriya berxwedana gelê Efrînê berê xwe didin Efrînê. Gelên  Herêma Cizîrê ên ku dîsa bi coşek mezin ketin ser rêya Efrînê ji Ajansa HAWAR’ê re axivîn.

Welatiyê bi navê Hîşam Îbrahîm berxwedana gelê û şervanên Efrînê ya 47 rojan pîrozkir û wiha got: “Ev 47 rojin berxwedanek bê hempa li hemberî tang û topan tê meşadin. Bila Erdogan baş bizane ev welatiyên diçin Efrînê bi yek dengî dibêjin Efrîn ne bi tenê ye. Yekîtiya me bi berxwedana Efrînê re xurttir bû. Erdogan hemû zagonên mafê mirovan binpê dike. Ji zimanê xwîn û kuştinê tiştekî fêm nake. Li rexma hemû siyaseta qirêj jî bindikeve û li hemberî wî sîstema me ya Netewa Demokratîk serket. Em gelekî rêxistinkirîne û me ji kaniya Rêber APO vexwariye. Em ji çekên wan natirsin û emê berxwedana gelê xwe bigihînin asta herî jor.”

‘Çûyîna me ya Efrînê dibe bersiva propogandaya Erdogan’

Îbrahîm wiha bersiv da propogandaya Erdogan a dibêje ‘gelê Efrînê dixwaze bireve lê YPG/YPJ nahêle’ û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Kes nikare pêşiya kesên ku dixwazin birevin bigire. Gelê Efrînê bi îradeya xwe li berxwedide, ji ber ew bi ax, dar û zeytunên Efrînê ve girêdayîne. Ev propoganda yên dijminin ku dixwazin axa Efrînê vale bikin û Efrînê dagir bikin. Em jî ji dijminên xwe re dibêjin bila çûna me ya Efrînê bibe bersiva propogandayên we.”

Jina bi navê Ayşê Yûsif jî ew 8’ê Adarê li jinên di nava Berxwedana Efrînê de li berxwedidin pîroz kir û wiha pêde çû: “Emê 8’ê Adarê li kela berxwedanê pîroz bikin. Di tu dîrokan de nehatiye nivîsandin ku gel ber bi herêma şer ve diçe. Em serê xwe bidin jî Efrînê bernadin. Me zarokên xwe fedayî Efrînê kirin lewma jî lilngê dijmin nakeve Efrînê. Her darek zeytunê dê bikeve qirika dewleta Tirk a faşist ku sivîlan qetil dike.”

Welatiyê bi navê Abdulkerîm Mihemed Ose jî got ku ev bihara gelan di nava berxwedana Efrînê de rû dide û wiha gotinên xwe wiha berdewam kir: “Em hemû Efrînî ne, Efrîn ya me ye û em wê bernadin. Em bi mal, zarok, jin û kal bi Efrînê re ne. Em hertim dibêjin an hebûn an tunebûn. Erdogan nikare rajê dara zeytunê heta ku zarokek me di pêçekê de jî hebe.”

ANHA