ʹTirkiye zagonan binpê dike, çareserî yekrêziya Kurdan eʹ

ʹTirkiye zagonan binpê dike, çareserî yekrêziya Kurdan eʹ
7 adar, 2018   15:18

RODÎ ÊZÎD XALO

EFRîN – Endamê Desteya Rêveber a PYDꞌê Esed Menan bang li hemû hêz û partiyên Kurdî kir ku yekrêziya xwe li dar bixin û planên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk têk bibin.

Ajansa Hawarê hevpeyvînek bi Endamê Desteya Rêveber a PYDꞌê Esed Menan re pêk anî.

Tirkî zagonên navneteweyî binpê dike

Menan diyar kir ku binpêkirinên Dewleta Tirk a dagirker bêsînor in û got, "Siyaseta Tirkiyê nijadperest e, li dijî mafên gelê Kurd û mirovahiyê ye û derveyî zagonên navneteweyî ye, ji ber ku dagirkeriya Tirk destdirêjiyê li ser xaka dewleteke cîran dike. Her wiha Dewleta Tirk bi bahaneya misogerkirina ewlehiya neteweya Tirk, zagonên Konseya Ewlekariyê binpê dike."

Menan bal kişand ser destwerdana MÎTꞌa Tirk di referendûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de û got, "Armanca dewletên herêmê û bi hevrêziya bi AKP/MHPꞌê re, dagirkirina xaka Kurdan e. Êrîşên li ser Kantona Efrînê jî vê yekê piştrast dikin."

Esed Menan diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li hember êrîşên dewletên dagirker ên herêmê, pêwîstî bi jinûveavakirina mala Kurdî û bilindkirina ala Kurdan di warên siyasî, leşkerî û deplomasî de, heye.

 Endamê Desteya Rêveber a PYDꞌê Esed Menan bang li hêz û partiyên Kurdî yên siyasî kir ku yekrêziya xwe li dar bixin û li hemberî planên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê, rûbirû bimînin û got, "Pêwîst e partiyên siyasî li her çar parçên Kurdistanê bi kûrahî li ser hestiyariya vê qonaxê bihizirin. Ev qonax yekrêziya Kurdan dixwaze, da ku Kurd bikarin planên li dijî gelê Kurd rawestînin.ʺ

(dr)

ANHA