Jinên Şengalî: Efrîn ne bi tenê ye

Jinên Şengalî: Efrîn ne bi tenê ye
5 adar, 2018   15:02

 

ALVA OSÊ – SILAVA EBDULREHMAN

HESEKÊ – Jinên Şengalî yên ku bi armanca piştgirî berê xwe  dane Efrînê destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne û gotin ku hevgirtina gelên herêmê pîlanên Tirkiyê têk birin.

Vê sibê, jinên herêmên Cizîrê, Şengal û Dêrazorê bi armanca piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re berê xwe dane Efrînê.

Di nava şandeya jin de, jinên Êzidî yên Şengalê hebûn. Jinên Êzidî  destnîşan kirin komkujiyên ku dewleta Tirk derheqê sivîlên Efrînê pêk tînin, berdewama komkujiyên DAIŞ‘ê li Şengalê ye.

Dayika Kinê Qewel 8‘ê Adarê li jinên Bakurê Sûriyê ku li hemberî rêxistinên terorîst efsaneyên berxwedaniyê dinivisînin, silav kir.

Kinê Qewal, anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê, hewl dide serdema dewleta Osmaniyan li herêmê zindî bike û sivîlên ku nexwestin warê xwe terik bikin, hedef dike.

Dayika Kinê, bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşên Tirkiyê şermezar kir.

Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Heco, jî got, dema DAIŞ‘ê êrîşî Şengalê kir, gelê Rojava û Bakurê Sûriyê gelê Şengalê bi tenê nehişt û got ku ew ê jî biçin Efrînê da ku piştgiriya wê bikin.

Rîham Heco, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê hewl dide destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.

Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Heco, bang li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê kir li hemberî êrîşên barbar ên Tirkiyê yên li dijî sivîlan bisekinin û piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê.

(bb)

ANHA