‘Em 8’ê Adarê diyarî Hemû jinên Efrînê dikin’

‘Em 8’ê Adarê diyarî Hemû jinên Efrînê dikin’
5 adar, 2018   15:00

 

FERHAT FERAŞÎN/BÊRÎTAN MEDÛSA

NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ku ji Filistîn, Lubnan û Mexmurê hatine bi durişmeyên ”Jin Jiyan Azadî”  ber bi Efrînê ve ketin rê.

Jibo piştgiriya bi berxwedana Efrînê re ji hemû welat û netewan îro jin li bajarê Qamişlo ber bi Efrînê ve ketin rê. Ji Başûr, Bakûr, Rojhilat, Mexmûr, Lubnan û Filistîne jin jibo denge xwe bi berxwedaniya  Serdemê re bikin yek, îro bi boneya pîrozkirina 8’ê Adarê berê xwe dan qada Berxwedanê ya Efrînê.

‘Jin hêza xwe Ji Rêber APO digirin’

Li ser navê jinên Mexmûrê Hevseroka Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Nuran Sesgîn ji Ajansa me ANHA’yê re axivî û wiha got: “Armanca hatina me ji Mexmûrê ber bi Efrînê ve xwedîderketina li xaka pîroz û tekoşîna jinan e ku di şexsê Şehîd Avesta û berxwedaniya Şehîd Barîn de ket astek herî jor û serkeftinên mezin bi xwe re anîn. Em pir keyfxweş in ku rojek wiha em wekî jinên Wargeha Mexmûrê di vê meşa dirêj de cih digrin. Nirxên ku ji aliyê Şehîdan ve hatiye bidestxistin em wek jinên Wargeha Mexmurê heya dawîyê em ê parêzvanê van nirx û destkeftiyan bin.”

Nurar Sezgîn di berdewaiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Bila dijmin baş bizanibe ew îradeya û hêza ku jinên Kurd ji Rêber APO girtine dê desthilatdariya Erdogan bi dawî bike. Em ê heya dawî li pişta Efrînê bimînin li kêleka Efrînê heya nefesa dawî wek jinên Wargeha Mexmûrê têbikoşin. Em ê silavên tevayî jinên Wargeha Mexmûrê bigihînin tevayî jinên ku îro li Efrînê di berxwedana Serdemê de têdikoşin. Em 8’ê Adarê di serî de li Rêberê Gelan Rêber APO û tevayî jinên tekoşêr pîroz dikin.”

‘Armanca gelên Kurd û Filestînê yek e’

Jina Filestînî ya bi navê Suad Ebdilrehman ku jibo piştgiriya bi berxwedana Efrînê û pirozbahiya 8’ê Adarê hatiye ji ajansa me ANHA’re axivî û wiha got: “Ez wek jinekî Filestînî pir keyfxweş im ku îro li kêleka jinin Kurd li Qamişlo me. Hatina me ya jibo Rojavayê Kurdistanê ew e ku em ji cîhanê re bêjin ku armancên gelên Kurd û Filestînê yek in, berxwedaniya wan yek e û em bi armancên xwe û berxwedaniyên xwe wekî cêwî lê hatine.”

Di dawiya axaftina xwe de jina Filestînî Suad Ebdilrehman wiha destnîşan kir: “Em baş dizanin ku gelê Kurd çiqas şehîd jibo xaka Filestînê dane û em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em heya dawî çi li Efrîn be û çi li Filestînê be em ê berxwedana Jina azad bilind bikin jibo vê yekê jî em berxwedana Jinên Efrînê pîroz dikin û 8’ê Adarê li tevayî jinên Cihanê bi taybet li jinên ku îro li eniyên pêş di nava şer de ne pîroz dikin.”

Jina Kominîst Jana ku ji Lubnanê hatiye û endamê partiya Komînîst ya Lubnanê ye di derbarê berxwedaniya Jinên Efrînê de û pîrozbahiya 8’ê Adarê de ji Ajansa me ANHA’yê re axivî û wiha got: “Em wek jinên Komînîst ên Lubnan’ê jibo piştgiriya bi berxwedaniya Jina Kurd ku îro li Efrînê tê meşandin ketine rê.”

Berxwedaniya îro li Efrînê tê meşandin pêwîst e em wek jin hîn zêdetir lê xwedî derbikevin û wek jinên Komînîst piştgirîya xwe û denge xwe wek jin bilind bikin. Bi boneya roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê li tevayî jinên Kurd pîroz dikim.”

(jh)

(ANHA)