Belavkirina alîkariyan li Reqa berdewam e

Belavkirina alîkariyan li Reqa berdewam e
5 adar 2018   15:08

 

REQA – Buroya Rêxistin û Karûbarên Mirovahî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê belavkirina alîkariyên mirovahî li welatiyan berdewam dike.

Di çarçoveya kar û xebatên Buroya Rêxistin û Karûbarên Mirovahî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê de, buroyê li kolana Girê Spî ya bajarê Reqayê 100 pakêtên alîkariyan belav kirin. Li gorî komîteya belavkirina alîkariyan pakêt ji “Birinc, girar, şekir, zeyt, falûsliya û hin madeyên paqijiyê” pêk dihat.

Girêdayî mijarê Endamê Buroya Alîkariyan a Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdilbarî El-Elî diyar kirk u ew bi hemû hêz û derfetên xwe xebatên alîkariya bi welatiyan re berdewam dikin û bang li rêxistinên mirovahî yên navnetewî kir ku alîkariya wan bikin da ku karibin pêdiviyên sereke yên welatiyan peyda bikin.

(jh)

ANHA