13 salên 19ˊê Tîrmehê: Ji paşguhkirinê ber bi şoreşa demokasiyê ve

Polîtîkayên paşguhkirin û înkarkirinê ku di dîrokê de li Sûriyeyê hatin meşandin motîvasyonên bihêz ên avakirina modeleke siyasî û civakî ya alternatîf anku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derxistiye holê. Rêveberiya Xweser xwe dispêre rêgezên edaleta civakî, wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de û beşdariya jinan di hemû qadan de.

13 salên 19ˊê Tîrmehê: Ji paşguhkirinê ber bi şoreşa demokasiyê ve
17 tîrmeh, 2025   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN
EKREM BEREKAT

Di encamê Şerê Cîhanê yê Yekemîn de desthilata Osmanî ji holê rabû û di navbera hêzan de Peymana Sykes-Picot hat îmzekirin û Konferansa San Remo hat lidarxistin. Di çarçoveya bicihanîna peymanê û biryarên konferansê de hêzên Fransayê di sala 1920’an de derbasî Sûriyeyê bû ku mandata xwe li ser welat ferz kir. Bi vê yekê Sûriyeya nû şekil girt.

Konferansa San Remo (Nîsana 1920) ku bi beşdariya hevpeymanên serkeftî yên Şerê Cîhanê yê Yekem; Brîtanya, Fransa, Îtalya û Japonya de pêk hat, di dîroka Rojhilata Navîn de werçexeke girîng bû. Armanca sereke ya konferansê belavkirina mandatan li seranserê axa Împeratoriya Osmanî ya hilweşiyayî.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û têkçûna Osmaniyan, di 10’ê Tebaxa 1920’an di navbera Împeratoriya Osmanî û hêzên Hevpeyman Peymana Sevrê hatibû îmzekirin. Li gorî peymanê; Sûriye û Lubnan  ketin bin mandata Fransayê, Filistîn, Rojhilatê Urdunê û Iraq jî ketin bin mandata Brîtanyayê. Li aliyekî din jî pêkanîna Danezana Balfour di nav biryarên konferansê de, rê li ber avakirina welatekî neteweyî ji bo Cihûyan li Filistînê vekir.

Kongreya Giştî ya Sûriyeyê ku wekî mecliseke nîştimanî ya Sûriye, Lubnan û Filistînê temsîl dikir biryarên Konferansa San Remo red kirin û serxwebûna Sûriyeyê di nav sînorên xwezayî yên wê de (Filistîn jî di nav de), ragihand. Mîr Feysel ê wek qiral hat tayînkirin di sala 1920’î de Qiraltiya Sûriyeyê bi pêşengtiya  xwe ragihand. Lê ji ber Şerê Meyselûn û ketina Fransayê ya nava Sûriyeyê qiraltiya Sûriyeyê dirêj nekir.

Di 13’ê Tîrmeha 1920’an de yekem destûra Sûriyeyê hate nivîsandin. Destûra ku pergala monarşî pejirand, ji 148 madeyan pêk dihat û li ser 12 beşan dabeş dibûn. Di destûrê de şêweyê rêveberiyê, mafên takekesî, rêxistina hêzan û darayîya giştî hatin şîrovekirin. Destûra 11 rojan di meriyetê de ma piştî Şerê Meyselûnê (24’ê Tîrmeha 1920’an) hat betalkirin.

Piştre Qiral Feysel serxwebûna Sûriyeyê ragihand, lê Fransayê hikûmeta wî nekir. Generalê Fransî Gouraud hişyariya dawîn da û daxwaza hilweşandina artêşa Sûriyeyê û qebûlkirina mandatê kir. Feysel di bin zextê de şert û mercan qebûl kirin, lê Yusif El Ezma teslîmbûn red kir û biryara berxwedanê da.

YEKEM WEZÎRÊ PARASTINÊ DI QADÊN ŞER DE MIR

Fermandarê şerê Meyselûnê Yûsif El Ezma ku bi eslê xwe ji Kurdên Şamê ye, wekî wezîrê parastinê  yê qiraltiya Sûriyeyê hatibû tayînkirin. Yûsif El Ezma di dîrokê de dibe yekem wezîrê parastinê ku di qadên şer de şehîd dibe.

Şerê Meyselûnê di aliyê leşkerî yê her du hêzan de ne hevseng bû, lê qîrînek rûmetê ya li hemberî dagirkeriyê bû. Yûsif El Ezma ku mirin di ser teslîmbûnê de girt bû sembola qehremaniya nîştimanî ku navê wî di bîra Sûriyeyan de zindî ye.

Desthilatdarên fransî Sûriye kirin şeş yekîneyên îdarî yên sereke: Dewleta Şamê, Dewleta Helebê, Dewleta Elewiyan, Dewleta Durziyan, Dewleta Lubnana Mezin (ku paşê bû Komara Lubnanê) û Senceqa Îskenderon (di sala 1939’an de îlhaqî Tirkiyeyê hat kirin).

Di sala 1925’an de, Şam û Helebê bi navê Dewleta Sûriyeyê de kirin yek. Piştî li gorî Destûra Bingehîn a 1930’an, dewleta Sûriyeyê bû Komara Sûriyeyê ya Yekem.

KURD Û FRANSA

Di dema Mandata Fransî de (1920–1946), Kurdên li Sûriyeyê di têkoşîna nîştimanî, hewlên parastina nasnameya xwe ya çandî, di jiyana siyasî û civakî de cih girtin. Kurdan xwe di nav hebûneke siyasî ya nû de dîtin ku di bin desthilata mêtîngerî ya taybetmendî û mafên civakî nas nake, dîtin.

Desthilata Franayê bi rêya siyaseta "parçe bike, tune bike " hewl didan Kurdan bikişîne aliyên xwe, lê tevî van hewldanan jî Kurd bi mebestên nîştimanî, parastina çand û nasnameya xwe ya dîrokî beşdarî berxwedana li hemberî dagirkeriya wê bûn.

ŞERÊ BEYANDORÊ Û HEVGIRTINA KURD Û EREBAN

Şerê Beyandor (Tîrmeh 1923) şahidiya hevgirtina Kurd û Ereban a li hemberî dagirkeriya Fransayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şerê ku li nêzî gundê Beyandorê yê li rojhilatê bajarê Qamişloyê qewimî hevgirtina hozên Kurd û Ereban a li hemberî despotîzma Fransayê nîşan da û peyama ku xwîn û qedera gelê Cizîrê ya Sûriyeyê yek in da.

Di şerê sê rojî yê li dijî zilma Fransiyan de ku ji aliyê Kapîtan Rogan ve dihat birêvebirin, heqaret li serokeşîran hatin kirin û hin hatin revandi. Ji wan rûspiyê Kurd Silêman Ebas hat darvekirin û hin şêxên Ereban  wekî Mihemed El Ebdurehman hatin girtin. Di encama hevgirtina Kurd û Ereban de hêzên Fransayê ji Beyandorê derketin û ber bi Hesekê û Dêrazorê ve vekişiyan.  Ev şer bû sedem ku Fransa hebûna xwe ya leşkerî li herêmê ji nû ve binirxîne.

ROLA KURDAN DI ŞOREŞA MEZIN A SÛRIYEYÊ DE (1925)

Kurdan di pêxistina Şoreşa Mezin a Sûriyeyê (1925) de roleke girîng lîstin. Çirûska destpêkê ya şoreşê li Efrîn ji aliyê Miho Şeşo ve bi hemahengiya fermandarê Kurd Îbrahîm Henano ve hate pêxistin. Kurdan li kêleka Dr. Ebdurehman Şehbender ê ku slogana têkoşîna çekdarî li dijî vebijarka lihevkirinê ya Bloka Neteweyî ve hatî pejirandin, pêşkêş kir û beşdarî rêveberiya çalakiyên siyasî û leşkerî  bûn.

Ji bakur heya başûrê Sûriyeyê Kurdan di têkoşînê de li pêş bûn. Ehmed El Mele li Şamê, Ebdulrezaq El Denşî li Humsê, Mehmûd El Berazî û Necîb Axa El Berazî li Hemayê, Nûredîn Bazîdo li Cebel El Ekrad ê Laziqiyê îsbata vê yekê ne.

Ciwan û xwendekarên Kurd jî, bi taybetî li Şamê roleke çalak di tevgera navxweyî ya li dijî hebûna Fransa ya Sûriyeyê de lîstin. Ji navên derketin pêş; Xalid Begdaş e ku piştre bû sekretêrê Giştî yê Partiya Komunîst. Her wiha Elî Bozo Yekitiya Xwendekarên Sûriyeyê û Foca Kurdistanê ava kirin. 

DERKETINA FRANSAYÊ Û AVABÛNA KOMARÊ

Dema ku Fransa di 17’ê Nîsana 1946’an de ji axa Sûriyeyê vekişiya, xuya bû ku Sûriye ketiye serdemeke nû ya serweriya neteweyî. Lêbelê, ev serxwebûna siyasî bi aramiya sazûmanî re nehat. Civaka Sûriyeyê ya ku ji mandatê derket bi zehmetiyên mezin ên wekî qelisbûna avahiyek îdarî, parçebûna mezhebî û nakokiyên di navbera nasnameya nîştimanî û herêmîbûnê û xwesteka yekitîyê de rû bi rû bû.

Di navbera 1946–1949’an de Komara Sûriyeyê hewl da ku pergaleke demokratîk a parlemanî ava bike, lê ezmûn zû rastî astengiya darbeyên leşkerî hat ku ji aliyê Husnî El Zeîm, piştre Samî El Henawî û Edîb Şîşeklî ve hatin kirin. Her çiqasî nîqaşên li ser demokrasiyê bi fermî hebûn jî, lê hêzên leşkerî dest bi ferzkirina mantiqa xwe li ser jiyana siyasî kirin.

Sala 1954’an di dîroka Sûriyeyê de xaleke werçerxê bû; bûyerên siyasî û civakî yên girîng qewimîn ku ji nû ve şekil da  rewşa welat. General Feysel El Etasî ku ji Helebê serokatiya darbeya 25’ê Sibata 1954’an kir, dest bi bi girtina fermandarên leşkerî yê herêma bakur û desteserkirina avahiyên ragihandinê û Radyoya Helebê kir. El Etasî daxuyaniyek di Radyoya Sûriyeya Azad de weşand û bang li yekîneyên leşkerî kir ku tevlî şoreşê bibin. Ji Lazqiye, Dêrazor, Hums û Derayê tevlî darbeyê çêbûn. Di encama derbeyê de serok Edîb Şîşeklî di 26’ê Sibatê de îstîfa kir.

 Piştî hilweşîna desthilatdariya Edîb Şîşeklî, destûra bingehîn a sala 1950’an a ku di dema serokatiya Haşim El Etasî de hatibû amadekirin, ji nû ve hate bicîhkirin. Ev destûr wekî yek ji destûrên herî pêşketî yên Sûriyeyê tê hesibandin. Destûra behsa mijarê, sîstema parlemanto ava dike, azadiyan pêş dixe û desthilatan ji hev vediqetîne, di heman demê de rayayên serokomar li gorî parlemanê kêm dike. Di sala 1954’an de bi beşdariya piraniya hêzên siyasî hilbijartink adilane ya parlamento pêk hatin. Ev ezmûn ku wekî qonaxek demokratîk a berbiçav di dîroka Sûriyeyê û Ereban de hate dîtin, zû bi rastiya qelsiya avahiya siyasî û nebûna hevpeymanek civakî ji bo misogerkirina berdewamiya wê rû bi rû hat.

Piştî ku serdema Haşim El Etasî di sala 1955’an de bi dawî bû, Şukrî El Qewetlî bi rêya hilbijartinên parlamentoyî bû serokkomar. El Etasî ku hewl dida nêzî welatên Ereban bibe qonaxek nû di dîroka siyasî ya Sûriyeyê de bi rêve bir. Di sala 1958’an de, bi serkêşiya El Etasî  Sûriye û Misirê di bin navê "Komara Erebî ya Yekbûyî" de bûn yek. Ev pêngav wekî bersivek ji bo xwesteka gel ya projeyek neteweyî li hemberî hegemoniya hêzên rojavayî hat pênase kirin, lê hesta serdestiya biryardanê ya navendî li Qahîreyê hevsengiya di navbera her du dewletan de qels kir. Di encama vê yekê de Sûriyeyê di sala 1961’an de bi pêşengiya komek efseran  ji Misirê hat cudakirin.  Vê ezmûnê careke din qelsiya saziyên sivîl û serdestiya leşkerî ya li ser mantiqa dewlet û destûrê eşkere kir.

Piştî veqetandina Sûriye ji Komara Erebî ya Yekbûyî, di 28’ê Îlona 1961’an de navê welêt bi fermî bû "Komara Erebî ya Sûriyê". Armanca vê gavê ew bû ku nasnameya Erebî ya Sûriyeyî xurt bike, di heman demê pirrengiya etnîkî û çandî ya civaka Sûriyê ji holê rabike. Ji wê demê ve, ev nav di destûrên Sûriyê de bi fermî hatiye pejirandin.

Ev guhertin gelek tiştan li ser nasnameya nîştimanî, avahiya siyasî û têkiliyên civakî li Sûriyeyê eşkere dikin: Ya yekem, xurtkirina navendîbûna desthilatdariyê, ya duyemîn dûrxistina Kurdan ji avakirina dewletek navendî, her wiha beşdariya rasteqîn a hemû civakên Sûriyeyê mîsoger nekir, ya sêyemîn tirsa ji pirrengiyê îsbat kir ku rejîmê pirçandîbûnê wekî gefek li ser yekitiya dewletê didît, lew ra jî ji tirsa ku Kurd daxwaza serxwebûn an xweseriyê bikin, polîtîkayên înkarê li dijî wan meşand. Çaremîn, nasnameya nîştimanî bi neteweya erebî ve hat girêdan û têgeha "Neteweya Erebî" wekî çarçoveyek siyasî hat bikaranîn anî. Ev hemû jî bûn sedem ku temsîla siyasî ya Kurdan lawaz be.

Polîtîkayên li hember Kurdan di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê tenê de sînordar nebû, lê belê pergaleke berfireh bûn ku armanca wê ji nû ve pênasekirina nasnameya Sûriyeyê bû û kêmkirina cihêrengiyê bû. Ev polîtîke bûn sedema lawaziya nîştimanî, nebûna edaleta civakî û paşguhkirina pêkhateyeke bingehîn a li welêt.

Di çarçoveya guhertin û veguhertinan de, Partiya Baas a Erebî ya Sosyalîst bi bernameyekê ku neteweya erebî bi sosyalîzmê ve girê dide, hebûna xwe di nava artêşê û civakê de xurt dikir. Partiya Baasê aloziyên siyasî yên domdar wekî derfetekê bi kar dianî ku pergala heyî bi desteka hin efserên alîgirên xwe pergala heyî têk bibe.

Partiya Baas’ê di sala 1962’an de serjimarî pêk anî. Pê re têgeha "Biyanî" derket pêş, ku di encamê de bi hezaran Kurd di bin navê "Biyanî ne" ji nasnameyê bê par hatin hiştin.

DARBEYA 8’Ê ADARA 1963’YAN Û REJÎMA BAASÊ

Partiya Baasê 8’ê Adara 1963’an bi darbeyek leşkerî ya bi serokatiya efserên wekî Selah Cedîd û Ziyad Herîrî bû desthilatdar. Pê re serdemeke nû ya desthilatdariya îdeolojîk a navendî dest pê kir. Darbe encama nakokiyên demdirêj ên di navbera hêzên sivîl ên kevneşopî û efserên bi motîvasyona îdeolojîk de çêbû. Ev yek paşê bû sedema avakirina sîstemeke partî ya totalîter ku pirrengî ji holê rakir û desthilatdarî di destên desthilata leşkerî de dihêle.

Di sala 1963’an de, serokê şaxa siyasî ya Hesekê Mihemed Teleb Hîlan lêkolînek ewlehiyê pêşkêş ku daxwaza koçberkirina Kurdan ji xeta sînor dikir. Ev lêkolîn di salên 1965-1966’an de di konferansên Partiya Baasê de hate nîqaşkirin û wekî beşek ji bo "xurtkirina ewlehiya neteweyî" hate hesibandin. Di sala 1974’an de ev lêkolîn hat bicihanîn. Di vê çarçoveyê de erdên Kurdan hatin desteserkirin û zêdetirî 4 hezar malbatên Ereb ên ji Reqa û Helebê li 41 gundên ku li deverên desteserkirî hatin avakirin, hatin bicihkirin.

Di 24’ê Hezîrana 1974’an de bi biryara hejmar 521 a Fermandariya Herêmî ya Partiya Baasê "Projeya Kembera Erebî"  hat pratîzekirin. Di vê projeyê de kembereke erebî ya bi kûrahiya 10-15 km li ser sînorê Bakurê Kurdistanê hat avakirin.

Projeya Kembera Erebî piştî avakirina Bendava Firatê û binavbûna erdên Ereb, wekî hincet ji bo bicihkirina mexdûran li erdên Kurdan pêk hat. Lê armanca bingehîn guhertina demgorafîk û veqetandina Kurdên li Rojava ji Kurdên li Bakur û Başûr bû.

Partiya Baasê di siyastên xwe yên domdar yên li dijî Kurdan de zimanê Kurd û pîrozbahiyên taybet ên Kurdan mîna Cejna Newrozê qedexe kirin. Di heman demê de navên resen ên Kurdan guhertin û kirin Erebî û zextên mezin li ser Kurdan dikir.

Kurdan ji dema serdestiya Fransayê heya serdestiya Partiya Baasê ve ji ber paşguhkirina çandî, siyasî, aborî û civakî de êş û zehmetî dîtin. Herêmê Kurdan ji gelek aliyan ve ji pêşketinan hatin dûrxistin, pêdiviyên niştecihên xwecih, bi taybetî Kurd, Ereb û Asûr jî nedihat bicihanîn, ev yek ji bo daxwazên mafan zemînek da avakirin.

Zêdetirî vê yekê rejîma Baasê hewl dida fitne û nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de çêke. 12’ê Adara 2004’an li bajarê Qamişloyê maçeke fotubolê di  navbera Tîma Cîhad a ji Qamişloyê û Tîma Fitiwê ya ji Dêrazorê de hat lîstin. Di wê maçê de hêzên ewlehiyê yên partiya Baasê ku alîgirên her du tîman li hemberî hev sor kirin û tevlihevî derket, komkujiyeke mezin li hemberî Kurdan kir. Piştî vê komkujiyê li Qamişloyê serhildan rabû û berbelavî deverên din ên Rojava, Şam û Helebê bû. Ev serhildan bû bingeha avakirina projeyeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Înkara li dijî Kurdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî meşandin hestên pişaftina çandî û biyanîbûnê zêde kirin, hişmendiyeke civakî da avakirin ku nasname û pirrengiyê nas bike. Tevgera gel a 2011’an derî li daxwazên mafên siyasî, aborî û civakî vekir ku demek dirêj hatibûn înkarkirin. Bi kêmbûna kontrola ewlehiyê li gelek deveran re, rêveberiyeke xweser a demokratîk  derket holê.

JI PAŞGUHKIRINÊ BER BI ŞOREŞA DEMOKRATÎK VE

Siyasetên înkar û paşguhkirinê ku di dîrokê de hatin meşandin, dîsa jî zexmaya Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an motîvasyonên bihêz ji bo avakirina modelek siyasî û civakî ya alternatîf afirandin. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku xwe dispêre têgehên edaleta civakî, wekheviya di navbera civakan de û rola jinan de wekî bersiveke lezgîn a aloziya herêmê hat avakirin.

Di nava aloziya ku welat rû dida de, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî modela alternatîf û çalak a ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk derket pêş. Ezmûna Rêveberiya Xweser ku ligel hilweşîna saziyên dewleta navendî ava bû, îsbat kir ku ewlehî û istiqrarê pêk tîne, jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de pêş dixe.

Rêveberiya Xweser sîstemeke nenavendî û demokratîk ava kiriye ku maf dide civakanda ku karûbarên xwe bi xwe birêve bibin û têgeha hemwelatîbûna wekhev, bê cudahî û serdestiyê, mîsoger dike. Rêveberiya Xweser hevpeymaneke civakî ya berfireh pejirandiye ku maf û azadiyan mîsoger dike û rêgeza pirrengiyê diparêze. Ev hevpeyman jî dikare wekî destûra welat esas were girtin, ku her projeyek neteweyî ya pêşerojê dikare li ser wê were avakirin. Nemaze ku hevpeymaneke civakî ya berfireh li ser asta nîştimanî tune ye. Rêveberiya Xweser ji bo avakirina Sûriyeyeke hevgirtî, piralî û ewle, ku ji hêla tevaniya gelê xwe ve tê rêvebirin, vebijêrka herî realist e.

(bb)

ANHA