Jinan bang kir: Divê Tirkiye gavên şênber biavêje

Jinên ji Heleb, Efrîn û Qamişloyê diyar kir ku ew bi banga Rêber Abdullah Ocalan bawer in û got divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje. Jinan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza domandina têkoşînê da.

Jinan bang kir: Divê Tirkiye gavên şênber biavêje
17 tîrmeh, 2025   02:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Efrîn û Qamişloyê ji ajansa me re diyar kir ku pêdiviya pêvajoya heyî bi guhertineke fikrî û siyasî ya kûr heye û bang li dewleta Tirk kir ku bersivê bide Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a 27ˊê Sibatê û banga wî ya bideng a di 9ˊê Tîrmehê de.

Girêdayî mijarê Emîne Mihemed Mistefa hestên xwe di dema bihîstina banga bideng a Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û got: "Piştî salên ji tecrîda mutleq, bihîstina dengê wî bandoreke mezin dilên me de çêkir. Em bi salên dirêj li benda vê kêliyê bûn. Rêber ji bo me demeke dirêj têkoşiya û em deyndarê wî ne. Em bi hêzên wî ya avakirina aştî û civaka demokratîk û bidawîkirina pêvajiya xwînrijandin û çekê bawer in."

Emîneyê diyar kir ku ew li gorî fikra wî ya siyasî tev digere û ev tişt anî ziman: "Di her gavê de em li kêleka wî ne. Em bang li dewleta Tirk dikin wî serbest berdin, ji ber ku Rêbertî pêvajoya aştiyê da destpêkirin û derî li pêş qonaxeke nû ya edalet û wekheviyê di nava gelan de  vekir."

Mewlîde Naso jî destnîşan kir ku bêyî bersivdaneke cidî ji aliyê dewleta Tirk ve banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser nakeve. Mewlîde da zanîn ku bihîstina dengê wî û dîtina wî kêliyek dîrok bû û ev tişt aşkera kir: "Dîtina wî û bihîstina wî têrê nake, em dixwazin ew di nava me de be, ne bi rêya ekranan wî bibînin. Em bi fikir û felsefeya wî pabend in û em ê ji bo misogeriya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin."

Xaliya Omer jî banga Rêber Abdullah Ocalan bi qonaxek nû ya xwedî zimanê hişmendî û siyasî wesif kir û ev yek diyar kir: "Rêbertî ji bo berdewamkirina têkoşîna ber bi azadiyê ve hêz û moral da me. Banga wî ji bo tevahî dozên bigirêk çareserî ye. Ruhê Kurdewariyê bi pêş xist û baweriya me bi dîrok û mafên me vegerand."

Xaliya di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew gav bi paş de naavêjin, ew îro rêya gotinê û lihevanînê hildibijêrin, ne bi rêya çekê û xwînrijandinê. Gerîla di dema ku hebûna Kurdan dihat înkarkirin, çek hilgirt, lê îro cîhan tevahî Kurdan nas dike. Pêdiviya qonaxê bi guhertinê û fikreke kûr heye.

Şaha Xelîl jî der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de anî ziman ku banga wî ya dîrokî temsîla damezrandina civakeke demokratîk a rastîn û ronasana jinan dike. Şaha aşkear kir ku Rêber Apo her tim banga aştî û azadiyê dike û rojekê jî teşwîqa şer û dijminatiyê nekiriye, berevajî parastina mafên gelê Kurd kiriye.

Şahayê got: "Hilgirtina çekê ji bo parastina hebûna me qonaxeke pêwîst bû. Lê îro em li pêşberî şanseke rastîn a guhertinê ne. Divê jin û ciwan bi rola xwe ya pêşeng a avakirina civekek nû bilîzin. Fikra Rêber Apo hişt ku jin mafên xwe nas bikin û li pêş jinan deriyên têkoşîna siyasî û civakî vekirin."

Rodîn Îsa jî diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan peyama "hêvî, aştî û demokrasiyê" ye û ji bo tevahî gelên azadîxwaz e û aşkera kir: "Rêbertî bi awayekî aşkera aştî ragihand. Vê yekê derewên îdîayên dewleta Tirk ên hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd aşkera kirin. Bi wê yek gok avêt yarîgeha dewleta Tirk a ku heta niha tu gavên erênî neavêtine."

Rodîn Îsa her wiha got: "Em li bendê ne Rêbertî di nava me de be. Em bawer in ku hebûna wî di nava me de wê qonaxeke nû ya diyalog û edaletê bê destpêkirin. Ji bo wê jî em ê di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de têkoşîna xwe bidomînin."

(fr)

ANHA

QAMIŞLO

HELEB