Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome

Meclisa Bajar a Hesekê bi hevkariya şaredarî û saziyên bajêr, kampanyaya paqijiyê ya ku di 12`ê Nîsanê de dest pê kiriye, berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha 10 taxên bajêr hatine paqijkirin.

Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome
Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome
Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome
Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome
Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome
Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome
Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome
Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome
Ji Nîsanê ve kampanyaya paqijiyê li Hesekê didome
17 tîrmeh, 2025   05:17
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di çarşoveya hewldanên berdewam ên ji bo baştirkirna xizmetguzariyê û xurtkirina çanda paqijiyê, Meclisa Bajar a Hesekê ya kantona Cizîrê, bi hevkariya Şaredariya Gel û hemû saziyên xizmetguzariyê û saziyên sivîl ên bajêr, kampanyayeke paqijiyê ya berfireh li hemû taxên bajêr da destpêkirin. Armanca vê kampanyayê ew e ku Hesekê bibe nimûneyeke paqijiyê.

Kampanya bi dirûşma "Werin em kolanên xwe paqij bikin û bajarê xwe bikin nimûne” 12`ê Nîsanê li taxa Eskerî ya li navenda bajêr dest pê kir.

 Zêdetirî 70 endam û karmendên saziyên sivîl û giştî beşdarî kampanyayê dibin. Ev xebatkar wek tîm hatine dabeşkirin, li taxên bajêr her hefte di rojeke diyarkirî de kolanan paqij dikin.

Kampanya bi çavdêrî û serpereştiya Meclisa Bajar, Şaredariya Gel û Rêveberiya Jîngehê berdewam dike. Heta niha taxên Esekerî, Kelase, Xişman, Salihiye, Ezîziye, Xiwêran, Neşwe, Muşêrfa, Nasira û Omran hatine paqijkirin. Di hefteyên pêş de dê li taxên din ên bajêr berdewam bike.

Berpirsyarên kampanyayê tekez kir ku ev însiyatîf di çarçoveya planeke demdirêj de pêk tê ku armanca wê ew e civakê der barê parastina jîngehê de hişyar bike. Berpirsyaran tekez kir ku berpirsiyariya paqijiyê ne tenê dikeve ser milê saziyan, lê berpirsiyariyeke giştî ye ku dikeve ser milê hemû şêniyan.

Saziyên organîzator hêvî dikin ku kampanya bi dabînkirina hawîrdoreke paqij û ewle ji bo niştecihan û pêşxistina rêzgirtina ji bo milk û tesîsên giştî wekî beşek ji nasname û rûmeta kollektîf a bajêr, bibe alîkar ku asta xizmetguzariyan biguhere û kalîteya jiyanê baştir bike.

(k)

ANHA