Şêwekareke ji Serêkaniyê bi 69 tabloyan koçberî belge kiriye

Bi salvegera 7`emîn a dagirkirina Serêkaniyê de şêwekar Mîdya Emeranî bi tabloyên xwe yên ku çîrokên koçberiyê vedibêjin, pêşangeha xwe ya bi navê “Li ser bextê vegerê” vekiriye.

13 cotmeh, 2026   06:40
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di 9`ê Cotmehê de pêşangeha şêwekariyê ya şêwekar Mîdya Emeranî hat vekirin. Mîdya ji bajarê Serêkaniyê ye û pêşangeha xwe di çarçoveya salvegera 7`emîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê de birêxistin kir. 

Şêwekar Mîdya Emeranî ji ANHA`yê re diyar kir ku ji ber ew roj xwedî semboleke mezin e ji bo wê û şêniyan, pêşangeha xwe bi navê “Li ser bextê vegerê” vekir.

Di pêşangehê de 69 tabloyên ku bajarê Serêkaniyê, hûrgiliyên wê, cih, xweza, kolan, derî û kilîtên malan ên ku bê xwedî mane vedibêjin hebûn, pê re jî portreyên jinên ji bajar û malên wêrankirî hebûn.

Di yek ji goşeyên pêşangehê de, tabloyeke mezin ku navê Serêkaniyê û komên çeteyan ê ku bi dewleta Tirk re êriş kirine, dîroka êrişê û dagirkeriyê belge dike hatibû dayîn, Mîdya li ser tabloyê ev yek anî ziman: “Ev tablo çîroka her ferdekî ku vegeriyaye bajêr û çi dîtiye vedihewîne, îro piştî salên dagirkeriyê hûgiliyên bajêr tê de heye.”

Şêwekar Mîdya bi mehan amadekarî ji bo vê pêşangehê kiribû.

Şêwekar di xaniyeke ne amadekirî ya li bajarê Qamişlo pêşangeha xwe vekir û wiha got: “Ji ber kêmbûna peydakirina cihan, me ev dever hilbijart, ev cih bê giyan e, bi hebûn û tabloyên xwe me rihek dayê, weke me çawa me koç kir û rih da cihê ku em lê bi cih bûn.”

Mîdyayê got: “Serêkaniyê nema wekî berê ye. Ez dixwazim veger bê astengî bin, ev ne cara yekemîne ku me koç kir, ne cara yekemîne ku em ê jiyana xwe bêyî hebûna tiştekî ji nû de dest pê bikin, ez hêvî dikim ev cara dawî be.”

Pêşangeha 7 rojan anku heta 15`ê Cotmehê berdewam dike.

Piştî 7 salên dagirkirina Serêkaniyê, hîn jî bi hezaran koçber li benda vegerê ne, nêzî 2 hezar û 118 malbat di nava karwanan de vê salê vegeriyan warên xwe.

(sb)

ANHA