121 hezar koçberên ji Efrîn, Şehba û Helebê li benda alîkariyê ne

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan û Kampan Şêxmûs Ehmed got 121 hezar koçber ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê derketine û gihaştine kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê. Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku jid bo piştgiriya koçberan bikin, alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.

121 hezar koçberên ji Efrîn, Şehba û Helebê li benda alîkariyê ne
9 ÇILE, 2025   04:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê careke din hatin koçberkirin. Dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmên Sûriyeyê biguhere û herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike.

Bi deh hezaran şêniyên kantonê li Reqa, Tebqa û Cizîrê bi cih bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şêniyên herêmê jî, ew pêşwazî kirin, navend ji wan re vekirin û tiştên pêwîst ji wan re pêşkêş kirin.

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan û Kampan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şêxmûs Ehmed têkildarî mijarê got: "Herêm ne aram e. Êriş li ser herêmê heye. Nemaze herêmên ku bi deh hezaran koçberên Efrîn û Şehbayê lê hene."

Ehmed got: "121 hezar koçber ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê gihaştin kantonên Tebqa, Reqa û Cizîrê. Ji bo wan li kantonên Reqa û Tebqayê 150 navend li dibistan û mizgeftan hatin vekirin. Her wiha li navenda werzîşê yê Tebqayê navendek û 80 navend li kantona Cizîrê hatine vekirin."

Ehmed da zanîn ku alîkariya li koçberan hatiye belavkirin li gorî hejmara wan kêm e.

Ehmed der barê hewldanên rêxistinên navneteweyî yên têkildarî koçberan wiha axivî: "Me xwe gihand rêxistinên navneteweyî û NY`yê ji bo ku alîkariyê ji koçberan re pêşkêş bikin. Lê tu bersiveke zelal nedan me. Alîkariyên ku têne belavkirin kêm in. Fransa û Koalîsyona Navnteweyî soz dan ku perspektîf bidin rêxistinan ji bo ku bên herêmê û alîkariya koçberan bikin."

Ehmed destnîşan kir ku ew rûbirûyî gelek zehmetiyên mezin in nemaze xwarin, navend û xebatên tenduristiyê li herêmê kêm in û got divê rêxistinên navneteweyî û yên NY`yê bilez tev bigerin, deriyê sînor ê Til Koçerê vekin, dorpêça li ser herêmê bi dawî bikin û pêdiviyên bingehîn ji koçberan re peyda bikin.

Ehmed di dawiyê de wiha axivî: "Aloziya mezin barê Rêveberiya Xweser giran kiriye, pêwîstiya wê bi piştgiriya NY`yê ye. Divê alîkarî rastetast bigihêjin herêmê. Em hêvî dikin ku deriyê Til Koçerê bê vekirin. Ji bo piştgiriya koçberan li herêmê hewldanên siyasî, aborî û mirovî hebin."

(şx/k)

ANHA