Şêxê mezhebê elewî: Binpêkirin mezin in, em daxwaza parastina navneteweyî dikin

Şêx Wefîq Esed Receb ê ji mezheba elewî diyar kir ku ji ber binpêkirinên li ser wan, rewşa li herêmên Sûriyeyê yên li peravê û herêmên elewiyan trajîk e û diyar kir ku ew banga şer nakin, lê ew teslîm nabin. Receb bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo parastina wan destwerdanê bikin.

Şêxê mezhebê elewî: Binpêkirin mezin in, em daxwaza parastina navneteweyî dikin
9 ÇILE, 2025   08:10
HESEKÊ
 DIYAR EHMED

Piştî rûxandina rejîma Baasê di 8’ê Kanûna sala borî de û Heyet Tehrîr El Şam desthilat xist bin kontrola xwe, binpêkirinên li dijî elewiyan li herêmên peravê yên Sûriyeyê zêde bûn.

Şêx Wefîq Esed Receb ê ji mezheba elewî ku ji bajarê Laziqiyê ye, tiştên ku li peravê li dijî elewiyan tên kirin, aşkera kirin û diyar kir ku elewî û şêxên wan banga aramiyê dikin.

Receb her wiha got: "Em banga aramiyê dikin û komên derqanûnî rawestînin, lê tiştê ku em li ser erdê dibînin berovajî vê yekê ye. Binpêkirinên mezin têne kirin, wekî kuştin û şewitandina malan.”

Her wiha diyar kir ku tişta dibe ne kiryarên takekesî ne û got: "Kiryarên takekesî ew in dema kesek tê kuştin yan diziya malekê çêdibe. Lê eger bi dehan otombîlan digirin ser malan û êrişî niştecihan dikin, ev ne takekesane ye. Ev êrişkar girêdayî kê ne? Divê Heyet Tehrîr El Şam dawî li binpêkirinên xwe bîne.”

Şêx Receb ev li axaftina xwe zêde kir: "Em ê heta kengê li hember vê bêrêziyê sebir bikin? Em kesên xwedî rûmet û alîgirên aştiyê ne. Em ne banga şer dikin û ne jî alîgirên şer in. Lê di heman demê de em ne alîgirên teslîmiyetê ne û em bêrêziyê qebûl nekin. Heke ev hikumet bikare ewlekariya gelê me pêk bîne, wê baş be lê eger nikare bike, em bang li hikumet û saziyên navneteweyî dikin ku mezheba elewî biparêzin.”

Şêx Wefîq Esed Receb di dawiya axaftina xwe de bal kişand got divê rêxistinên navneteweyî bizanin ku binpêkirin û tirsa ku di hundirê Sûriyeyê de welatî anîne rewşeke nebaş û bang li wan kir ku bi lez alîkariyê bidin sûriyeyiyên li hundir, ji ber ku rêveberiya nû mûçe nedane û alîkariya wan nekiriye.

(k)

ANHA