‘Hevala Sara sembola berxwedana jinan e’

Gaziya şer Zarîn Kobanê destnîşan kir ku ji Sakîne Cansiz fêr bûne ka divê jinên şoreşger çawa tev bigerin û got “Heval Sara sembola berxwedanê ya jinên têkoşer û berxwedêr e.”

‘Hevala Sara sembola berxwedana jinan e’
9 ÇILE, 2025   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Sakîne Cansiz (Sara) yek ji avakerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Sakîne Cansiz heya roja jiyana xwe ji dest da wek jineke pêşeng bi awayekî aktîf di nava Tevgera Azadiyê de cih girt. 9’ê Çileya 2013’an Sakîne Cansiz bi nûnera KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) re di encama sûîqesteke nemerdane de li Parîsê ya paytexta Fransayê hatin qetilkirin. 

Gaziya şer Zarîn Kobanê bi wesîleya salvegera şehadeta pêşenga jinên têkoşer Sakîne Cansiz, axivî.

Zarîn Kobanê di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîd Sakîne Cansiz de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Bê guman mirov têkildarî hevala Sara çi bêje jî wê kêm bimîne. Lê erk û wezîfeyeke me ya şoreşgeran jî ew e; mirov jiyan, têkoşîn û sekna hevalên xwe yên şehîd bigihîne mirovan. Divê civaka me zanibe ku şoreşger û berxwedêrên ew qasî hêja û binirx ji bo azadiya wan şer kiriye. Hevala Sara yek ji pêşengên tevgera me ya giştî û tevgera azadiyê ya jinan e. Em ji Rêber Apo û hevala Sara fêr bûn bê ka divê jinên şoreşger çawa tev bigerin, li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Di pêvajoyên herî zor û zehmet de hevala Sara nûnertiya milîtaniya Apoyî kir. Dema ku dijmin hewl dida Tevgera Azadiyê li zindana Amedê tune bike, berxwedana herî esîl nîşan da û di nav çar dîwaran de bû hevrê û pêşenga hemû jinên girtî jî.”

Zarîn Kobanê anî ziman ku pêşenga jinan Sara bi sekn, xebat û tevgera xwe ji bo tevahî jinan mînak e û wer dewam kir: “Min hevala Sara li herêma Xinêre û Girê Bihar çend caran dîtibû. Sohbetên me çêbûbûn. Nêzîkatiyên heval Sara ên ji bo tevahî hevalan li gorî prensîb û pîvanên Apoyî bûn. Hevala Sara yek ji wan hevalan e ku Rêbertî baş fêm kiriye û pratîze kiriye.”

Gaziya şer Zarîn da xuyakirin ku şehîd Sara cewhera jinên serhildêr e û got: “Dema me agahiya şehadeta heval Sara, Rojbîn û Ronahî bihîst, em pir xemgîn bûn. Hevala Sara bi hemû jiyana xwe temsîla milîtaniya Apoyî dikir. Divê hevaltiya di nava Tevgera Azadiyê de çawa be, timî bi awayekî herî berbiçav nîşan da. Heval Sara bi taybetî pir cuda nêzî hevalên gazî û birîndar dibû. Pir ji wan hez dikir. Li gel vê ji xwezayê jî pir hez dikir. Ji bo sererastkirina hinek tiştan carinan bi saetan û bi rojan bi mirovan re nîqaş dikir. Nîşandana rêya rast yek ji prensîbên wê yên esasî bûn.”

Zarîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de jî got: “Wek hevaleke gaziya şer ez bang li tevahî jinan dikim ku xwedî li şehîdan derkevin. Divê jin zanibin ku bi têkoşîn û berxwedana hevalên wekî Sara ji me re hiştine teqez em ê bigihêjin azadiyê. Hevala Sara di rêya herî mafdar û heqiyê de meşiya. Em ê tu carî hevala Sara ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em wek gaziyên jin soz didin ku em ê tola heval Sara rakin û armancên wê bi serketineke herî pîroz tacîdar bikin.”

(bb)

ANHA