12 salên li ser xeta jina azad

Jinên ku pêşengiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir, di 12 salan de ji siyaset heta perwerde, parastin, aborî, jiyana civakî û çandê di her qadeke jiyanê de tora xeta jina azad raçandiye. Di 7 salên dawîn de nêzî 170 hezar jin û mêr hatin perwerdekirin.

12 salên li ser xeta jina azad
19 tîrmeh 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
SILAVA EBDULREHMAN

Di salvegera 12’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de birêxistinbûna civakê ya bi ser xeta jina azad, derketiye asteke jortir.

Jinên ku pêşengiya şoreşê kir û li cîhanê deng veda, li aliyekê li dijî zîhniyeta baviksalar tê dikoşin, civakê ronî dikin, li aliyê din bi belavkirina fikra jina azad, gelan perwerde dikin. Anku dirûşma “Jin Jiyan Azadî” jiyanî dikin.

HÊZ Û FERASETA PARASTINÊ

Piştî 19’ê Tîrmehê, jinan di qada parastinê de roleke sereke lîst û birêxistinkirina xwe mezin kir. 4’ê Nîsana 2013’an Yekîneyên Paratina Jin (YPJ) hat avakirin û li hemû eniyan pêşengî kir. Bi taybetî berxwedana ku li Kobanê hatiye nîşandan, deng û rengê jinan li cîhanê belav kir. Nexasim dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ji vir belav bû. Di sala 2014’an de jî Asayîşa Jin hat avakirin. Di pêvajoya 12 salan de ji bilî YPJ’ê, Hêzên Asayîşa Jinê, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) hatine avakirin. Her wiha di nava YPG, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jin cih digirin, rolek sereke dilîzin. Ji Efrîn heta Minbic, Kobanê, Tebpa, Reqa, Dêrazor, Girê Sipî, Serêkaniyê, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik û Şengalê di hemû pêngavên rizgarkirinê de cih girt, li dijî êrişên çete û dagirkeran eniyên berxwedanê mezin kirin.

Her wiha li dijî zîhniyeta zilamsalar, şîdet û her cure êrişan xebateke mezin hat meşandin. Ji sala 2011’an heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 62 malên jinan hatine vekirin û mafên jinan tên parastin. Wek encama têkoşîna van salan, feraseta xweparastinê li civakê hatiye belavkirin.

BIRÊXISTINKIRINA JINAN

Hîmê birêxistinkirina jinan beriya şoreşê hatiye avakirin. Di sala 2005’an de Yekitiya Star hat avakirin. Piştî ku birêxistin mezin bû, sala 2016’an di kongreya xwe ya 6’an de navê xwe wek Kongra Star guhert. Di rewşa niha de Kongra Star wekî sîwaneyekr xebatên jinan (perwerde, çand-huner, aborî, parastin) ên li herêmê kar dimeşîne.

Ji bilî Kongra Star, li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, rêxistinên jinan ên bi navê Meclisa Jinan Bakur û Rojhilatê Sûriyê (2019), Meclisa Jinên Sûriyeyê (2017), Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser, Kombûna Jinan a Zenobya (2021), Yekitiya Jinên Suryan, Meclîsa Jinan a PYD’ê, Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Mekteba Jin a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Mekteba Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan (2013), Weqfa Jina Azad a Suriyeyê, Yekitiya Jinên Ermen (2022) hatine avakirin. Her wiha di saziyên girêdayî Federasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk de jî, komîte û meclisên jinan hatine avakirin. Jinên ciwan jî bi nave Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Jinên Xwendekar xwe bi rêxistin kirine. Di xebatên ragihandinê de jî Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) hatiye avakirin.   

‘EM DIXWAZIN YEKITIYÊ AVA BIKIN’

Endama Kordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed da zanîn ku di 12 salên şoreşê de felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li tevahiya qadên jiyanê belav bûye û wiha axivî: “Bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, jinan karîbûn ji parastin heta perwerde, siyaset, çand, birêxistinkirin, civakî û aborî de pêş bikevin. Ji bo hilweşandina desthilatdarî û avakirina netewa demokratîk gavên girîng hatin avêtin.”

Rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Corcêt Bersum jî destnîşan kir ku em destkeftiyên şoreşê serbilind in û got: “Em dixwazin di nava hemû saziyên jinan de yekitiya fikir û rêbazên çareseriya pirsgirêkan ava bikin. Her wiha karibin bibin navenda biryar û afirîneriyê.”

DI RÊVEBERIYA XWESER Û MECLISAN DE NÛNERTIYA JINAN

Qadek sereke ya ku jin rolek sereke tê de dilîzin jî siyaset e. Di tevahî qedemeyên Rêveberiya Xweser de jin tên temsîlkirin, birêxistinbûna xweser hatiye avakirin.

Di pêşgotina Hevpeymana Civakî de cihê jinan ê di pergalê de wiha hatiye vegotin: “Şoreşa civakî ya bi pêşengiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, rê li ber ronesanseke fikrî û civakî vekir. Di sîstema me ya demokratîk de jin bûn stûna bingehîn.”

Li gorî vê pênaseyê temsîla jinan a di rêveberiyê de jî hatiye diyarkirin.

Di Madeya 24’an a hevpeymanê de wiha hatiye gotin: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahî warên siyasî, civakî û îdarî de xwe dispêre sîstema hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a her du zayendan wek prensîb qebûl dike. Jin bi awayekî xweser sîstema xwe ya Konfedralîzma Demokratîk bi rêxistin dike.”

Di Madeya 78’an de jî nûnertiya jinan a di meclisan de wiha hatiye vegotin:

“Rêjeya nûnertiya jinan di hemû meclisan de ji sedî 50 ye. Jin ji komîn heta bajarok, bajar, kanton û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di hemû meclisên gel de, bi rêya meclisên jinan tên temsîlkirin.”

Li gorî daneyên sala 2023’yan di bin sîwaneya Rêveberiya Xweser de 212 sazî û dezgeh (deste, kanton, midûriyet, ofîs, meclis û hwd) hene. Di van saziyên de ku beşek ji wan ên jinan e, 153 hevserokên jin hene.

Ji bilî hevserokatiyê, di Meclisa Gelan û Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de jin bi rêjeya sedî 50 tên temsîlkirin. Di tevahiya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de bi giştî 97 hezar û 863 kes kar dimeşînin. Ji van 51 hezar û 522 jin in. Li gorî van hejmaran rêjeya jinan dibe ji sedî 52.

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Huweyda Mihemed bi bîr xist ku beriya şoreşê, ji bo jinan tenê karê malê hatibû dayîn, lê şoreşê re ev qalib û zincîrên koledariyê şikandin û got: “Jinên ji pêkhateyên cuda niha di di hemû qedemeyên Rêveberiya Xweser de cih digirin. Xwedî biryar in, qanûnan derdixin û pêk tînin. Rêjeya temsîla jinan sedî 50 ye.”

DI BIRYAR Û PLANSAZIYAN DE XWEDÎ GOTIN IN

Jin tenê di nava sîstemê de cîh nagirin, di biryar û plansaziyan de jî xwedî gotin û bi bandor in. Bi feresate “Azadiya jinan bingeha azadiyên din e” hewl didin têgihîştin û birêxistinkirina jinan û civakê zêde bikin, li gorî wê jî biryaran bigirin, plansaziyan derxînin. Di vê çarçoveyê de têkildarî temsîliyeta herdû zayendan, kar, aborî, malbat, parastin, siyasetê gelek qanûn hatine derxistin, biryar hatine girtin.

PERWERDEKIRINA JINAN Û CIVAKÊ

Yek ji mijarên herî bingehîn ên têkoşîna jinan perwerde ye. Nexasim ji holê rakirina zîhniyeta baviksalar, jiyanîkirina xeta azadiya jinan, birêxistinkirin û temsîliyeta wê bi perwerdeyê gengaz e.

Bi vê armancê ji destpêka şoreşê perwerde hatine destpêkirin. Perwerdeyên li malan bi beşdariya koman destpê kiribûn, niha veguherîne pergalekê û ji baxçeyên zarokan heta dibistanên seretayî, navîn, amadeyî, akademî û zanîngehan torek mezin hatiye avakirin.

DERS Û MATERYAL

Bernameyên perwerdeyan û dersên tên dayîn, li ser hîmê zanista jine Jineolojî tên amadekirin û dayîn. Di vê çarçoveyê de ders û semînerên li ser mijarên wekî, “Jineolojî, dîroka jin, zayendîperestiya civakî, hevjiyana azad, rejîma heqîqetê, projiya guhertina zilam, çand û exlaq, civaka xwezayî, jiyanek çawa, olên yekxwedayî, netewa demokratîk, helandin, jenosîd, xweparastin” hatine dayîn.

Di çarçoveya plansaziyên perwerdeyê de li ser mijarên sosyolojî, Jineolojî, zewaca di temenê biçûk de, malbat, dîroka jin, perwerde, zayendîperestî, şoreş, koçberî, etîk-estetîk û hwd lêkolîn hatine kirin, pirtûk, kovar û bi sedan belavok hatin amadekirin.

170 HEZAR JIN Û MÊR HATIN PERWERDEKIRIN

Ji bo perwerdekirina civak, mamoste û amadekirina materyalan li seranserê herêmê 20 akademî hatine avakirin.

Di navbera salên 2017 û 2024’an de li van akademiyan zêdetirî nêzî 700 dewreyên mamosteyan hatine vekirin û 22 hezar û 733 mamosteyên jin hatine gihandin. Heman salan li akademiyan hezar dewre ji bo jinan hatine vekirin û bi giştî nêzî 120 hezar jin hatine perwerdekirin.

Rihan Temo destpêkê tev li perwerdeyê bûye. Niha jî perwerdeyê dide. Rihanê got: “Bi perwerdeyê em li bersiva pirsa ‘ez kîme?’ digerin. Wê demê dizanin ka çiqas nakokiyan dijîn. Niha bi çavekî din li jiyanê dinêrim.”

Xebatên perwerdeyê ji bo komîn, meclis, şaredarî, hêzên asayîşê, baxçeyên zarokan û malên jinan jî hatine dayîn. Di 7 salên dawî de li van deran bi giştî 2 hezar û 595 dewre, ders û semîner hatine dayîn. Bi vê xebatê jî 20 hezar 248 jin, ciwan û zarok hatine perwerdekirin.

Di perwerdeyê mijarek sereke jî jineolojî ye. Wek zanista jinan jineolojî cara yekem li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bûye hêmanek sereke ya perwerdeyê. Li herêmên Şehba, Heleb, Kobanê, Minbic, Tebqa, Hesekê û Dêrikê navendên jineolojî û yên lêkolînê hatine vekirin. Sala 2017’an li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo beşa jineolojî ku dema xwendina wan 4 sal in hat vekirin. Li zanîngehên Kobanê û Şerq (li Reqa) jî dersên jineolojiyê tên dayîn.

ji bilî zanîngehan li tevahiya akademiyên herêmê, komîn, meclis û saziyan jineolojî wek ders tê dayîn. Di salên 2022-2023’yan de 802 ders û seminer hatine dayîn û 27 hezar kes tev lê bûne.

Di mufredata perwerdeya dibistanan de jî, jineolojî ji refa 10’an ve wekî dersek hatiye bicihkirin.

‘ME BI PERWERDEYÊ ASTA XWE NAS KIR’

Bi armanca guhertina zîhniyeta baviksalariyê, ji bo mêran jî di 7 salên dawî de nêzî 50 dewre hatine vekirin û derdora hezar mêr tev lê bûne.

Mesûd Yûsif sala 2023’an tev li perwerdeya Akademiya Şehîd Şiblî bûye. Mesût dibêje; “Em li Rojhilata Navîn dijîn, bixwazin nexwazin zihniyeta baviksalariyê heye. Lê bi perwerdekirin û hişyariyê em têdigihîjin ku em di çi astê de bûn. Em hewl didin vê rewşê derbas bikin û ber bi jiyanek azad û wekhev ve bimeşin.

Henîfe Mihemed û hevjînê wê Samî Elî di sala 1980’yan de zewicî ne. Herdu jî di pêvajoya şoreşê de tev li çend perwerdeyan bûne û di jiyana wan de guhertinên mezin çêbûne.

Henîfe Mihemed dibêje; “Di fikirindin û jiyana me de gelek guhertin çêbûne. Em bi hev re biryarê didin û hev guhdar dikin. Êdî em dikarin bêjin di jiyanê de nêzikahiyek wekhev çêbûye.”

Samî Elî jî got: “Piştî tevlêbûna 4 perwerdeyan, di kesayeta min de gelek guhertin çêbûne. Hewl didin li gorî wê tev bigerin.”

DADGERIYA JINAN

Jêvenegerek têkoşîna jinan jî, pergala edaletê ye. Di sala 2016’an de Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan hat avakirin.  Di bin sîwaneya meclisê de beşên Mala Jinan, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê û Akademî hatine birêxistinkirin.

Di Akademiyê sîstema edaletê tê vegotin û kesên ku wê tê de cîh bigirin (dozger, dadger, parêzer, rêveberên meclisan û malên jinan) tên perwerdekirin.  

Di sîstema edaletê ya giştî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de jî temsîla jinan wekî ji sedî 50 hatiye diyarkirin.

Pirsgirêkên malbatan, tundî, binpêkirina mafan û hwd. zêdetirîn li Malên Jinan ku hejmara wan 62 ye, tên nirxandin û çareserkirin. Ji bo parastina jinên ku rastî şîdetê û neheqiyê tên û jiyana wan di xeteriyê de ye jî, 9 Malên Parastina Jinan hatine vekirin.

ABORIYA KOMÎNAL Û CIVAKÎ YA JINAN

Di sîstema Rêveberiya Xweser de cihekî girîng ji aboriya jinan re hatiye veqetandin. Di madeya 19’an a Hevpeymana Civakî de mijar wiha hatiye vegotin: 

“Rêveberiya Xweseriya Demokratîk aboriya komunal a civakî ya jinan bi pêş dixe û her cure feraseta aborî ya jinan wekî amûr dibîne û keysbaziyê dike, red dike.”

Li gorî vê pênaseyê hewl tê dayîn ku aboriya jinan û pergala wê bê avakirin. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nêzî 60 koperatîfên çandî, sewalvanî, firinên nan, terzîxane, cil û berg, mobilya, xwaringeh, baxçeyên sezbe, fêkî, şêranî, fabrîqeya konserveyan hatine avakirin.

Bi riya koperatîfa hem ji sedan jinan re kar hatiye peydakirin, hem jî zîhniyeta aboriya civakî tê pêşxistin. Berhemên ji van koperatîfan derdikevin, li bazarên bajarên herêmê bi buhayekî erzan tên belavkirin. 

ÇAND Û HUNER

Xebatên çand û hunerê hem di nava saziyên giştî de tên meşandin, hem jî bi awayekî xweser hatine birêxistinkirin.

Jinên nivîskar, helbestvan û wêjevan di bin sîwaneya Kombenda Jinên Rewşenbîr de hatine cem hev û xebat dimeşînin.

Xebatên muzîk, şano, govend, wênesazî û hwd. jî di bin sîwaneya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ku 2016’an hatiye avakirin de tên meşandin.

Bi armanca pêşxistina hunera xweser, sala 2020’an Dibistana Hunerên Bedew, Hunerên Deng û Tevgerê ya Ş. Nuwela hatiye vekirin. Li dibistanê zarokên di bin 18 saliyê de tên perwerdekirin. Ji van zarokan jî komek muzîkê ya bi navê Şehîd Nuwela hatiye avakirin. 

Di bin sîwaneya Hîlala Zêrîn de 20 komên muzîk, şano, govend, wênesazî hatine avakirin. Her wiha 4 komên zarokan ên govend û wênesaziyê hatine avakirin. Komên Hîlala Zêrîn di hemû bernameyên şahî, festîval û salvegeran de cihê xwe digirin.

Tevgera Çanda Jinên Hîlal Zêrîn bi hevkariya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Weqfa Çand û Hunerê ya Pargîn muzîkala bi navê “Stranên Keziyên Sor” ku berxwedana jinên Kurd vedibêje û gelekî deng veda, amade kiriye.

Tevgera Hîlala Zêrîn û Kombenda Jinên Rewşenbîr ji sala 2016’an ve her sal festîva Wêje û Hunera Jinan lidar dixe. Ji sala 2018’an ve jî her sal festîvala Govendên Gelerî tê lidarxistin. Ji sala 2020’an ve Festîvala Jinên Ciwan, ji sala 2021’an ve jî her sal Festîvala Govendê ya Zarokan tê lidarxisin. 

EKOLOJÎ

Xebata herî dawî hatiye birêxistinkirin jî ekolojî ye. Di sala 2022’an de Platforma Ekolojî ya Jinan hat avakirin. Platforma ku birêxistinkirina xwe berfireh dike, jî 4’ê Nîsana 2024’an Roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya çandina daran da destpêkirin û li her bajarekê 75 dar çandin.

Rêvebera Platforma Jinan a Ekolojiyê Bêrîvan Omer dibêje ku ewê dema pêş de platformê veguherînin meclisê, rêziknameyê amade bikin û bi kampanyayên cur bi cur têgihîştina ekolojiyê li nava civakê belav bikin. 

(a)

ANHA