13 filistînî û 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li Xezayê 13 filistînî hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê jî kuştina 2 leşkerên xwe ragihand.

13 filistînî û 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
18 tebax 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê li kolana Hoca ya kampa Cibalyayê 2 avahî bombebaran kirin. Çavkaniyan diyar kir ku ekîpên ambulans û yên rizgariyê 4 cenaze û hejmareke birîndar ku jin û zarok jî di nav de hene, ji binê kavilan rakirine.

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Ebasana Mezin a li rojhilatê Xan Yûnis ê başûrê Xezayê jî mala Misbeh bombebebaran kir. Hate zanîn ku di encama bombebaranê de jinek û zarokek hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, Îsraîlê li kolana Mezera ya Dêr Belehê jî malek kir hedef û di encamê de 7 kes hatin kuştin.

Li gorî Ajansa Filistînê (WAFA), ji serî sibeha ve gelek herêmên Xezayê bi obîsan ve tên topbarankirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 2 leşkerên wê di şerê li Xezayê de hatin kuştin. Li gorî daneyên ku artêşa Îsraîlê parve kirine, ji destpêka Cotmeha 2023’yan ve 692 leşker û efserên wê di şer de hatine kuştin.

Li gorî AFP’ê ku daneyên xwe ji saziyên fermî yên Îsraîlê wergirtine, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve hezar û 198 sivîlên îsraîlî hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya duh a Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di şer de 40 hezar û 74 filistînî hatin kuştine û 92 hezar û 537 kes jî birîndar bûne. Wezaretê ragihandibû ku bi hezaran qurbanî li ser rêyan di nava kavilan de mane, lê ekîpên tenduristiyê û yên rizgariyê xwe bighînin wan.

(bb)