Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin

Pirtûka taybat a ku kurtejiyana Rêber Abdullah Ocalan vedibêje û wekî xêzroman hatiye amadekirin, ji bo zarokên şehîdan tê xwendin. 

Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin
Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin
Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin
Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin
Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin
Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin
Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin
Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin
Xêzromana jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan tê xwendin
18 tebax 2024   12:59
QAMIŞLO

Jiyana Rêber Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, weke xêzeroman hatibû amadekirin. 

Xêzeromana bi navê “Dê Azadî bi ser keve - Bi Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan” ji hêla nivîskarê xêzeromanan ê Îskoçyayî Sean Michael Wilson ê li Japonyayê dijî ve hatiye amadekirin û xêz jî ji hêla xêzkarê Kurd Keko yê Spanyayê dijî ve hatine kirin.

Xêzeromana ku bi zimanên Almanî û Tirkî hatibû amadekirin, li Bakûr û Rojhilatê Suriyê, ji aliyê Weşanxaneya Şilêr ve bi zaravayê Kurmancî hatibû amadekirin û li Çapxaneya Şehît herekol hatibû çapkirin.

Yekîtîya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê jî 3’yê Nîsana 2024’an di şahiya pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, danasîna pirtûkê kiribû û li beşdaran belav kiribû.

JI BO ZAROKÊN ŞEHÎDAN TÊ XWENDIN

Xêzromana ku gelekî hat ecibandin, li Girkê Legê ji bo zarokên şehîdan tê xwendin. Xwendina xêzromanê ku plansaziya wê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ve hatiye kirin, îro destpê kir.

Xwendina ku 14 zarok tevlî dibin, wê heta 3 rojan dom bike.

(rx/a)

ANHA