TEV-DEM’ê piştgirî da kampanya dijî darvekirinê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), piştgirî da kampanya Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) a ku dijî biryarên darvekirinê yên li Îranê hatiye destpêkirin û banga desteka navnetewî kir.

TEV-DEM’ê piştgirî da kampanya dijî darvekirinê
18 tebax 2024   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya TEV-DEM’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û bibîr xist ku dadgehên Îranê 4’ê Tebaxa 2024’an derbarê çalakvan Şerîfe Mihemed û 23’ê Tebaxa 2024’an de jî derbarê rojnamevan û çalakvan Pexşan Ezîzî de biryara darvekirinê daye. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar tirsa rêveberiya Tehranê ya ji ber, ji nû ve vejandina şoreşa Jin Jiyan Azadî ye û hat gotin: “Li şûna ku ev sîstem li gorî rola xwe ya şaristaniyê tevbigere, veguhertinê pêk bîne û pêşiya azadiyan, bi taybet jî pêşiya azadiya jinê veke, li pêşiya tirêna veguhertinê dibeze. Wekî ku dê xwe rizgar bike tevdigere”.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, nêz an jî dûr wê zîhniyeta derveyî xwezaya mirovahiyê veguhere û wiha hat domandin: “Em weke TEV-DEM’ê di wê baweriyê de ne ku jin di civakê rola pêşeng a avakirina demokrasî û bidestxistina azadiyan dilîze. Bi vê baweriyê em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin kampanyaya YRJ’ê ya dijî biryarên darvekirinê hatiye destpêkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên demokrat, rêxistinên navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û sendîkayên rojnemevanan hat kirin ku destek bidin kampanyayê û daxwaza azadiya girtiyên ramanê yên di girtîgehên Îranê de bikin.

(a)

ANHA