Hêzên Îranê kolberekî 26 salî qetil kir

Hêzên ser bi rejîma Îranê ve, li sînorê Hewraman kolberek 26 salî ku xelkê Sergetî Hewremanê qetil kir.

Hêzên Îranê kolberekî 26 salî qetil kir
18 tebax 2024   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di danê êvarê de ji aliyê hêzên sînor ên rejîma Îranê ve, kolberek 26 salî ku xelkê Sergetî Hewreman ya dikeve sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê, hate qetilkirin.

Li gorî şahîdek buyerê ku li gel kolberê hatî qetilkirin bû dibêje: “Navê kolberê hatî qetilkirin Aram Xelîl e û xelkê Sergetî Hewraman bû. Aram Xelîl ji bo debara jiyana xwe bike kolberî dikir. Di danê êvarê de hêzên sînor ên Îranê rasterast gule barandin. Aram destpêkê ji singê xwe birîndar bû, lê piştî gihandina nexweşxanyê jiyana xwe ji dest da.”