Li peravên çemê Firatê spîndar

Darên spîndar li peravên Firatê navdar in, ji ber ku şêniyên herêmê pê malên xwe ava dikin û bi demê re bûne beşeke çanda wan.

Li peravên çemê Firatê spîndar
Li peravên çemê Firatê spîndar
Li peravên çemê Firatê spîndar
Li peravên çemê Firatê spîndar
Li peravên çemê Firatê spîndar
18 tebax 2024   06:45
MINBIC

Hewza Firatê bi axa xwe ya berhemdar navdar e. Ji ber wê gelek cure dar û fêkî lê tên çandin. Spîndar jî yek ji wan cureyan e ku şêniyên herêmê di gelek qadan de bi kar tînin, nemaze pê banên malên xwe çêdikin. Ji ber wê girêdanek di navbera xelkê herêmê û spîndaran de çêbûye û bûye mînaka bejndirêjiyê.

Cotkarê bi navê Elî El Hemadî yê ji gundê Kelaha Necim ê rojhilatê Minbicê got: "Me ji bavên xwe çandina spîndaran wergirtiye. Em di metelokên xwe de bi kar tînin. Mînak, dema yek dirêj be, em wî bi spîndarê diwesifînin an jî dibêjin kaniya spîndarê. Me ji bav û kalên xwe ev çand wergirtiye. Wan girîngiyeke mezin da van daran ji ber ku di banên malên xwe de bi kar dianîn."

El Hemadî wiha domand: "Navîna Sibatê heta Adarê em spîndaran diçînin. Dûre av didin ta ku dibe 7 salî. Dûre dikesixînin û av didin ta ku dîsa şax bide.”

El Hemadî diyar kir ku spîndar di avakirina malan de tên bikaranîn û wiha domand: "Em spîndaran li ser dîwarên malan bi cih dikin. Ji bo ku dûrahiya di navbera wan de neguhere, em keviran dixin navberê. Dûre hesîrekê li ser radixin û axê bi ser de dikin. Li ser wê jî neylûnê bi cih dikin ji bo ku ava baranê tê re derbas nebe. Herî dawî em banê mal bi heriyê rast dikin. Ev mal havînan hênik û zivistanan jî germ in. Ruxmî rêbazên avakirinê yên nûjen, lê gelek kes ji van malan hez dikin û ava dikin."

El Hemadî diyar kir ku çiqilên spîndaran li gorî dirêjhiya wan di çêkirina amûrên çandiniyê û gelek amûrên din de tên bikaranîn û got li Minbic û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê spîndar jêdera êzingan in.

El Hemadî di dawiyê de got: "Ev dar, tîk in, zû mezin dibin û pir dirêj dibin. Hin caran di şert û mercên guncaw de heta 20 metreyî û zêdetir dirêj dibin. Spîndar, li peravên çemê Firatê tên çandin ji ber ku pêwîstiya vê darê bi avê zêde ye. Ji ber kêmbûna ava çem, em di kişandina avê de zehmetiyan dikişînin."

Cotkarê bi navê Qasim El Hoşo jî got: "Çandina spîndarê li herêmê çand û xezîne ye. Ji ber ku jêdera yekane ya êzingan e. Divê ev çandinî bê parastin ji ber ku roleke mezin di rêgeza xwe têrkirinê de di qada êzingan de peyda dike.”

El Hoşo wiha domand: "Spîndar darek dirêj e, di gelek amûran de tê bikaranîn. Li gorî darên din zû mezin dibe. Em şêniyên gundên Firatê ji vê darê gelekî hez dikin. Ji bo me mîrasê bav û kalan e ku em jî dê bidin zarokên xwe. Ruxmî zehmetiyan em ê çandina wê dewam bikin, ji ber ku beşeke nasnameya me ya çandî ye."

(şx)

ANHA