ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 8 – 2024
19 tebax 2024   02:00

 Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên der barê pirsgirêka jin, malbat û şoreşa jinan li Rojhilata Navîn de gotiye, "Ewrên ji mijê yên bi destê mirov li dorajinê hatine çêkirin, divê ji hev bêne belavkirin û bi vî awayî keşifkirina rastiya wê, yek ji erk û wezîfeya pêşî ya lezgîn a civakî ye." Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku mirov heta xwe  negihîne heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê.

Şêniyên kantona Tebqayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan got, ew di pratîkkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi israr in û destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê tê bikoşin.

Mamosteyên herêma Girê Spî yên tevlî koma xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin,  destnîşan kirin ku wan bêçaretiya pergala sermayedariyê baştir fêm kiriye û baweriya wan bi çareseriya hundirin zêde bûye.

Şêniyên Qamişlo êrişên komên girêdayî Hikûmeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kirin û xwestin dijî êrişan helwest were nişandan.

Ciwana bi navê Aya Omer, azwerî û behreya xwe kir efrînariyeke geş û bi rêya wan detayên jiyana xwe û zehmetiyên li pêşiya wê derdikevin, rave kirin. Zanist û huner têkilî hev kir, êş û tecrubeyên xwe kir berhemên hunerî.

Kongra Star a Dirbêsiyê têkildarî sûca qetilkirina ciwana bi navê Nêrmîn Ferho li pêş navenda xwe daxuyaniyek da, saet 08:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitya Jinên Ciwan a Helebê di çarçoveya pêngava ˊJin, Jiyan, Azadîˊ de bi sernavê ˊÇîroka min çîroka her kesekî/ê yeˊ li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Şêxmeqsûdê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê şehîdên mehên Tîrmehê û Tebaxê yên di dem û dîrokên cuda de şehîd bûbûn, li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê bi bîr tîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Hîlala Zêrîn Mîhrîcana 9ˊan a Zarokan a li bajarê Hesekê di roja wê ya duyemîn de bi dawî dike, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkilyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi merasîmekê salvegera 3ˊyemîn a şehadeta fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd Sosin Bîrhat, şehîd Rênas Roj û hevrêyên wan li cihê şehadeta wan bi bîr tîne, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)