Stasyonên ji ber topbaranê rawestiyabûn hatin sererastkirin 

4 stasyonên ava vexwarinê yên ji ber êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Wetenî" ji xizmetê derketibûn, hatin sererastkirin û careke din ketin xizmetê.

Stasyonên ji ber topbaranê rawestiyabûn hatin sererastkirin 
Stasyonên ji ber topbaranê rawestiyabûn hatin sererastkirin 
Stasyonên ji ber topbaranê rawestiyabûn hatin sererastkirin 
Stasyonên ji ber topbaranê rawestiyabûn hatin sererastkirin 
Stasyonên ji ber topbaranê rawestiyabûn hatin sererastkirin 
Stasyonên ji ber topbaranê rawestiyabûn hatin sererastkirin 
Stasyonên ji ber topbaranê rawestiyabûn hatin sererastkirin 
Stasyonên ji ber topbaranê rawestiyabûn hatin sererastkirin 
18 tebax, 2024   13:54
DÊRAZOR

Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Wetenî" ji 7`ê Tebaxê heta 12`ê Tebaxê rojhilatê Dêrazorê tobparan kiribûn. Di encama topbaranê de 15 sivîl şehîd bûn û 24 jî birîndar bûn.Her wiha zirar li mal û milkên şêniyan hat.

Stasyona li Sebxa ya bajarê Basîra ya ku avê dide 15 hezar kesî, stasyona El Omer a li bajarokê Zîban a avê ji 3 hezar kesî re peyda dike, stasyona Hewaêc Ziyab ya li bajarê Kesrayê avê ku ji 12 hezar kesî re peyda dike û stasyona Ebû Hemam ku avê ji 4 hezar kesî re peyda dike hatin hedefkirin û ji xizmetê derketibûn.

Piştî ku ewlehî vegerî gund û bajarokên kantona Dêrazorê Saziya Avê ya Kantona Dêrazorê dest bi sererastkirina her 4 stasyonan kir.

Gerînendeyê Saziya Avê Fewaz El Itêş destnîşan kir ku di encama topbaranê de, zirar li heykel, veguhêzên kehrebeyê û boriyên avê hatine.

El Itêş da zanîn ku saziyê tevahî stasyon sererast kirine û dest bi xebitandinê kirine.

Li kantona Dêrazorê 80 stasyonên ava vexwarinê hene. Hinek jê avê ji çemê Firatê û hinek din jî ji kanalên avdanê peyda dike.

(şx)

ANHA