Mamosteyên tevlî komên xwendinê dibin: Baweriya me zêde bûye

Mamosteyên herêma Girê Spî yên tevlî koma xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin,  destnîşan kirin ku wan bêçaretiya pergala sermayedariyê baştir fêm kiriye û baweriya wan bi çareseriya hundirin zêde bûye.

Mamosteyên tevlî komên xwendinê dibin: Baweriya me zêde bûye
Mamosteyên tevlî komên xwendinê dibin: Baweriya me zêde bûye
Mamosteyên tevlî komên xwendinê dibin: Baweriya me zêde bûye
Mamosteyên tevlî komên xwendinê dibin: Baweriya me zêde bûye
19 tebax 2024   04:50
EYN ÎSA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Kantona Firatê, ji bo 3 hezar mamosteyan beranmeya betlaneya havînê derxistibû. 

Li gorî bernameyê li Kobanê, Eyn Îsa û bajar-bajarokên din komên mamosteyan hatine diyarkirin û her komek parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.

Di çarçoveya bernameyê de mamosteyên gundewarên Girê Spî yên li derveyî herêma dagirkirî dimînin, jî paraznameya 4’an a bi navê “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” dixwînin.

Mamosteyên ku bi kordîneya rêveberiya dibistanan xwendina xwe didomînin, diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de pirsgirêkên Rojhilata Navîn pir baş analiz kirine, sedem û encamên pirsgirêkan raxistine ber çavan. 

Mamosteyan destnîşan kir ku bi xwendina paraznameyê wan bêçaretiya pergala sermayedariyê baştir nas kiriye û baweriya wan zêdetir bi çareseriya hundir hatiye, agahiyên wan berfirehtir bûne.

Mamosteyan gotin ku ji bo jiyanîkirina nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî konfederalîzma demokratîk, civaka ekolojîk, pergala aboriya ekolojik û azadiya jinê pêwîstî bi têkoşînê heye.

Mamoste Cuma El Îsa ku tev xwendinê dibe, destnîşan kir ku dê xebata xwe berdewdewam bikin da ku tevahî mamoste sûdê jê bigirin.

(şx/a)

ANHA