ˊEm bi fikrê Rêbertî ve girêdayî neˊ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi pêş ket. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan dema li Sûriyeyê bû bingeha fikrî û rêxistinî danîbû.

ˊEm bi fikrê Rêbertî ve girêdayî neˊ
19 tîrmeh 2024   03:45
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê besna felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da û diyar kir ku Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi pêş ket ê ku bingeha fikrî û rêxistinî dema li Sûriyeyê bû, daniye. Şêniyan destnîşan kir ku divê destkeftiyên şoreşê werin parastin û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn were bilindkirin. 

Şêniyê bi navê Mihemed El Xetîb destnîşan kir ku îrade û hêviyên gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê û got: "Siyasetên tecrîdê û îşkenceya li ser Rêbertî îsrara me ya bilindkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bilind dike. Dijmin nikare me di aliyê fikrî de ji Rêbertî bi dûr bixe."

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Reca Newaf Mihemed tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir  û got bi saya fikrên wî şoreş hat parastin û hat bipêşxistin.

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Sadûn Silo destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bingeha Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku gel îro bi saya wê daxwaza azadiya xwe dike ava kir.

Silo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker nikare rê li ber pêkanîna armanca wan û pêşxistina projeya wan a demokratîk bigire û got: “Em ê têkoşîna xwe ta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bidomînin.”

(mg/fr)

ANHA