Meclisa Malbatên Şehîdan sersaxî da malbata Letîfe Hisên

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo sersaxî da malbata jina welatparêz, dayika şehîd Ednan û şehîd Adil, Letîfe Hisên.

Meclisa Malbatên Şehîdan sersaxî da malbata Letîfe Hisên
18 tebax 2024   21:18
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo destnîşan kir ku dayika her du şehîdan Ednan û Adil, Letîfe Hisên a wefat kiriye yek ji jinên pêşeng bû. Letîfe di salên 1990ˊî de mala xwe ji tevgera azadiyê re vekir û tev li xebata cebheweyî bû. Rêber Abdullah Ocalan gelek caran dît, serdana gerîlayan li çiyayê Kurdistanê kir. Di rewşên zor û zehmet de di dema desthilata Bassê û dîktatoriya wê de xizmetî têkoşerên azadiyê dikir.

(mh)