Çima goştê mirîşkan li bazarê biha dibe?

Xwediyên çewlikên mirîşkan ên herêma Cizîrê di karê xwe de zehmetê dibînin û hinek ji wan neçar man çewlikên xwe bisekinînin. Li bazarê jî vê yekê bandor li buhayên goştê mirîşkan kiriye.

Çima goştê mirîşkan li bazarê biha dibe?
Çima goştê mirîşkan li bazarê biha dibe?
Çima goştê mirîşkan li bazarê biha dibe?
Çima goştê mirîşkan li bazarê biha dibe?
Çima goştê mirîşkan li bazarê biha dibe?
12 tebax, 2026   06:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Hebûna çewlikên mirîşkan bandorê li aborî û bazarê dike. Bi rêya çewlikan goştê mirîşkan û hêk li bazarê têne firotin, gelek malbat di wan çewlikan de dixebitin û zibilê mirîşkan jî wek gubre ji bo çandiniyê didin bikaranîn.

Li parêzgeha Hesekê hejmara çewlikan nêzî 450’an e. Di vê dema dawiyê de çend çewlikên mirîşkan ziyan dîtin û sekinîn. Sekinandina wan bandor li bazarê kir û bû sedema ku goştê mirîşkan biha bibe. Dema ku buhayê kîloyeke goştê mirîşkan bi 24 hezar lîreyê Sûriyeyê bû, ji carekê ve bû 47 hezar lîre û li bazarê goştê mirîşkan nedihat peydakirin.

‘MEKANÎZMAYA DABÎNKIRINA MIRÎŞKAN NÎN E’

Xwediyên çewlikên mirîşkan diyar kir ku mekanîzmaya dabînkirina mirîşkan nîn e, ji ber vê yekê berhema hemû çewlikan bi hev re dadikeve bazarê.

Yek ji xwediyên çewlikên mirîşkan ê ji bajarê Tirbespiyê Ebdulbaqî Saroxan got: "Mekanîzmaya dabînkirina mirîşkan nîn e, ji ber vê yekê berhema hemû çewlikan bi hev re dadikeve bazarê û çewlik vala dibin. Heyanî ku çewlik çêlikan bînin û berhem derkeve, wext derbas dibe û li bazarê mirîşk namînin. Bazirgan jî sûdê ji vê rewşê werdigirin û ji derve mirîşkan tînin li bazarê difiroşin. Ji ber wê goştê mirîşkan biha dibe."

Saroxan ji bo çareserkirina pirsgirêka bihabûna goştê mirîşkan wiha got: "Divê xebata çewlikan were birêxistinkirin û hemû çewlik berhema xwe bi hev re danexin bazarê. Di heman demê de nabe ku çêlikan li ser hemû çewlikan belav bikin. Ji bo ku her tim mirîşk li bazarê hebin û biha nebin, divê belavkirina çêlikan li ser çewlikan bi rêxistin bikin."

`XWEDÎKIRINA MIRÎŞKAN BIHA YE’

Saroxan di berdewama axaftina xwe de got: "Pirsgirêk ne tenê birêxistinkirina berhemê ye, ji bo ku em çêlikan xwedî bikin ji me re mazot lazim dike. Buhayê çêlikeke mirîşkan bi 90 sentan e. Em 40 rojan wan çêlikan xwedî dikin û dadixin bazarê. Di 40 rojan de her çêlîkek 4.5 kg êm dixwe, pêdiviya wan bi derman heye û divê di havînê de cihê wan hênik be û zivistanê jî germ be. Ji ber van sedeman em di xwedîkirina mirîşkan de zehmetê dibînin."

Xwediyên çewlikên mirîşkan anî ziman heke xwedîkirina mirîşkan ew qasî biha be, dibe ku gelek xwediyên çewlikên mirîşkan bisekinin û nema bixebitin. Di vê rewşê de ji aliyên têkildar tê xwestin ku ji bo êmê çêlikan û madeyên sotemeniyê bi xwediyên çewlikên mirîşkan re bibin alîkar.

(np)

ANHA