Di êrişa li Qamişloyê 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn

Rêveberê Navenda Ragihandina Leşkerî ya Herêma Rojhilat Helezwar Mîtanî diyar kir ku di êrişa li dijî Tûgaya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa li Qamişloyê 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn
11 tebax, 2026   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Navenda Ragihandina Leşkerî ya Herêma Rojhilat Helezwar Mîtanî têkildarî êrişa li dijî şervanên Tûgaya Qamişloyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de agahî parve kirin.

Helezwar Mîtanî ragihand ku kesên ji derveyî qanûnê êrişî nuqteya şervanên tûgayê ya li gundê Tewîl Herb ê Qamişloyê kir û şervanên tûgayê jî bersiv dan.

Mîtanî da zanîn ku di êrişê de 2 şervanên tûgayê şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Her wiha  diyar kir operasyonên lêgerîna li êrişkaran dewam dikin û dê li dijî wan rêkarên pêwîst hebin.

(bb)

ANHA