MSD`ê hişyaraiya vegera DAIŞ`ê da û banga berxwedanê kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser xetereyên vegera terorê piştî serbestberdana çeteyên DAIŞ`ê, hişyarî da. MSD diyar kir ku berxwedana rewa dê ji bo parastina azadî û rûmetê berdewam bike.

MSD`ê hişyaraiya vegera DAIŞ`ê da û banga berxwedanê kir
20 ÇILE, 2026   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD ragihand kir ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aloziyek xeternak e, ku komên çekdar ên tunrew di bin sîwana hikûmeta demkî de tevdigerin û êriş dikin. Ev êriş gelê Kurd û hêzên wan hedef digirin, yên ku di pêşengiya şerê li dijî DAIŞê de bûn.

MSD di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, hişyarî da ku kuştina şervanên jin ên dîlgirtî yên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û serbestberdana çeteyên DAIŞ`ê dê terorîzmê vegerîne û ev yek dê bibe xeteriyeke rasterast li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro "ne bijarteyeke siyasî ye", lê berpirsiyariyek exlaqî û mirovî ye ji bo pêşîgirtina li vegera terorîzmê, parastina sivîlan û parastina aramiyê.

MSD`ê diyar kir ku paşguhkirina "van xetereyan dê bihêle ku terorîzm careke din li deriyên cîhanê bixe."

Daxuyaniyê wiha domand: "MSD`ê li aliyekî banga diyalog û danûstandinê di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û QSD`ê de dike, lê ew kiryarên hovane yên ku ji hêla hêzên desthilata Şamê ve têne kirin, şermezar dike."

 MSD`ê  daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir "Ji ber israra Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser çareseriyên leşkerî, MSD diyar dike ku divê berxwedana rewa berdewam bike ji bo parastina azadî û rûmetê, û ji bo Sûriyeyek demokratîk, piralî, nenavendî û ewle ji bo hemû welatiyên wê."

(k)