‘Xirabkirina gorên şehîdan li dijî pîvanên îslam û mirovahiyê ye’

Oldarên misilman diyar kir ku xirabkirina gorên şehîdan li dijî nirxên mirovî ye û binpêkirina rûmeta şehîdan e. Her wiha îşaret pê kir ku tu eleqeya xirabkirina gorên şehîdan bi îsalmê re nîn e.

‘Xirabkirina gorên şehîdan li dijî pîvanên îslam û mirovahiyê ye’
13 nîsan, 2025   02:35
REQA

Li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin. Di 2’yê Nîsanê de dîmenên xirabkirina Goristana Şehîdan a Minbicê belav bûn. Li hemberî vê yekê malbatên şehîdan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan dan û xwestin hesab bê pirsîn.

Şêx û melayên ji Reqa û Tebqayê xirabirina gorên şehîdan şermezar kir û got ev kiryarên nemerdane ne ku tê têkiliya wê bi nirxên îslamê re nîn e.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Reqayê Şêx Îbrahîm El Iwês anî ziman xirabkirina gorên şehîdan ên li Minbicê di rojên cejna Remezanê de cihê şermezariyê ye û got: "Em kiryarên texrîbî kî dibe bila bibe, şermezar dikin. Ev kiryar li dijî ola me ne.”

Şêx Îbrahîm El Iwês bi domdarî got: "Em li dijî texrîbkirinê ne. Ola me vî tiştî qebûl nake. Îsbata vê yekê pêxember Mihemed e dema derbasî Mekkeyê bû, peyker xirab nekirin, ji ber ku li dijî baweriyê ye, lê ji cih rakirin."

Şêx El Iwês bang li Rêxistina Tevkariyê ya Îslamî kir ku erkên xwe bi cih bînin û kiryarên bi vî rengî rawestînin.

Endamê Meclîsa Al El Beyet Şêx Mehmûd El Desûqî jî bi van gotinan xirabkirina gorên şehîdan şermezar kir: "Em vê kiryara newêrekî şermezar kirin. Ev kirin ne ji exlaqê îslamê û merdiya misilmanan e."

Şêx Mehmûd El Desûqî wiha got: "Em hemû misilman in. Exlaqê me, pîvanên me û îslam nêzîkatiyên bi vî rengî napejirînin. Şehîdan di rêya parastina erdê xwe û rûmeta xwe de canê xwe daye."

Serokê Meclisa Al El Beyt a Kantona Tebqayê Ednan Îlêwî jî îşaret bi vê yekê kir ku divê nirxên îslamê ku banga rêzdariya li hemberî mirî û zindiyan dike were pêkanîn. Her wiha bi bîr xist ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bûyerên kolandina gorên şehîdan û vekirina wan derketin holê.

Îlêwî xirabkirina gorên şehîdan şermzar kir û diyar kir ku ev kiriyar li dijî exlaqê îslamê ye û tê girêdana wê bi nirxên ola îslamê ve nine. Her wiha bi bîr xist ku ev kiryar di serdema rejîma berê de aşkera dihat kirin.

Îlêwî anî ziman ku binpêkirinên dagirkerên Minbicê gihaşt gorên şehîdên ku ji bo welatê xwe û gelê xwe cane xwe dane û anî ziman ku rûmeta li hemberî goran erkekî mirovî û olî ye.

(bb)

ANHA