Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî berdewam in

Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî li dijî dewleta Tirk a dagirker piştî ku korîdora Ebû Zendên vekir, didomin. Hemwextî wê dewleta Tirk sewqiyatên nû li bajarê Babê bi cih kirin.

Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî berdewam in
Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî berdewam in
22 tebax, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh êvarê ve li bajarê Babê li dijî vekirina korîdora Ebû Zendên ê rojhilatê Helebê û di navbera herêmên hikumeta Şamê û herêmên dagirkirî de, xwepêşandan li dar ketin.

Xwepêşandêran pankartên "Çalakiya azadîxwazan li korîdora Ebû Zendên ji bo xilaskirina şoreşê ji xetereya normalîzekirinê û felaketa teslîmkariyê ye", "Şoreşgerên azad ên bajarê Babê hûn bûbûn devê tivinga şerê li dijî rejîma sûcdar, baldar bin û bi vekirina Ebû Zendên nekevin xefika rejîma Tirk", "Ey xelkê me yê bajarê Babê Erdoganê we nas kiriye bi we re ne durist e, va ye gava wî ya pêşîn normalîzekirin e û ya dawîn jî teslîmkirin e" rakirin.

Hemwextî xwepêşandanan artêşa Tirk sewqiyatên nû li dora korîdora Ebû Zendên a bajarê Babê bi cih kirin ku ji panzêr û erebeyên leşkerî pêk tê.

Îstixbarata dewleta Tirk, ferman da çeteyên El Hemzat ên li bajarê Babêk û serçeteyê Cebhe El Şamiye yê li bajarê Mari yê bakurê Helebê yê bi navê Elî El Necar Ebû Cafer bikuje, ji ber ku bi dîmenekê de gef li komên Tirkmen û dagirkeriya Tirk xwar ku korîdorê venekin.

Korîdora Ebû Zendên a li rojhilatê bajarê Babê; korîdoreke bazirganî ye ku bi rêya wê alîkariyên mirovî ji herêmên hikumeta Şamê derbasî herêmên dagirkirî û berovajî wê dibin, ji destpêka vekirina korîdorê 27`ê Hezîranê ve, xwepêşandan li herêmên dagirkirî têne lidarxistin.

(şx)