10 roj din dê av bigihêje malên Hesekê

Ava ji çemê Firatê hatiye kişandin gihaşt stasyona Ezîziye ya bajarê Hesekê . 10 rojên din dê av bigihêje malan.

10 roj din dê av bigihêje malên Hesekê
10 roj din dê av bigihêje malên Hesekê
10 roj din dê av bigihêje malên Hesekê
7 tîrmeh 2024   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî sererastkirina "Qanaya Avdanê ya Xabûrê" li kantona Dêrazorê ava çemê Firatê gihaşt stasyona Ezîziye ya Hesekê û dê dûre av bidin bajêr. 

Di çarçoveya pêvajoya duyemîn a temamkirina projeya kişandina ava çemê Firatê de, li stasyona Ezîziye pêvajoya ceribandinê dest pê kir,  avê di hewz û demoyan de tê komkirin û dûre tê parzûnkirin.

Çavdêrên Gerînendetiya Avdanê ya kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kirin ku di pêvajoya ceribandinê de herikîna avê kêm bû ji ber ku di zêdetirî 50 cihan de tade li torên stasyona Ezîziye hatiye kirin.

Her wiha destnîşan kirin ku çareserkirina vê pirsgirêkê demê dixwaze û dibe ku ev bandor li gihandina avê ji malan re bike û hinekî ev pêvajo dereng bimîne. Lê belê dan zanîn ku di 10 rojan de dê av bigihêje malan.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl înê bi rêya telefonê axivî û gotibû ava çemê Firatê dê di 48 saetan de bigihêje bajêr.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1`ê Tîrmehê ragihandibû ku dest bi vê projeyê die ji bo ku pirsgirêka avê li bajarê Hesekê çareser bike.

(şx)

ANHA